5 mîlyon kes wê ji xizmeta tenduristiyê sûdê negirin 2020-01-02 12:33:50 AMED - 5 mîlyon kesên ku deynê prîmê Sîgorteya Tenduristiya Giştî û Bag-Kûrê nedan, wê di sala nû de ne karin xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demîr, diyar kir ku welatiyan ji ber krîza aborî, bêkarî û xizantiyê nedkarin deynê prîmên xwe bidin.  5 mîlyon kesên ku nekarîn di sala 2019’an de deynên prîmên Bag-Kûr û Sîgortaye Tenduristiyê ya Giştî (GSS) bidin, wê di sala nû de nekarin ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin. Qanûna ku ji ber hilbijartina 2018’an hatibû taloqkirin, di sala nû de ket meriyetê.    Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demîr, derbarê mijarê de agahî da û got: “Deynê prîma GSS ên welatiyan ji ber hilbijartina 2018’an hatibû taloqkirin. Lê ev qanûn di sala nû de derket pêşberî me. Yanî 5 mîlyon welatî wê nekirina ji xizmeta  tenduristiyê sûdê bigirin. Welatiyan nekarin ji ber bêkarî û xizantiya heyî deynên xwe bidin. Ev pirsgirêkek pir cîdiye. Ev yek rastiya krîza aboriyê carek din radixe ber çavan.”    Demîr, bal kişand ser deynê prîma GSS’ê û wiha got: “Li gorî qanûnê divê welatî deynê xwe yê GSS’ê bidin. Ji bo ku welatî ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin, divê prîmê GSS’ê bidin. Mafê hemû kesî yê tenduristiyê heye. Divê ji bo vê pirsgirêkê çareserî bê dîtin û ev rewş bê derbas kirin.”