Rojnamevan Akdenîz: Wê encamên maceraya Lîbyayê giran bin 2020-01-02 09:01:11 STENBOL - Rojnamevan Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku heger Tirkiye berbayî xeyalê neo-osmanîtiyê bikeve û eskeran bişîne Lîbyayê wê daxilî nav şerekî herêmî bibe û got: "Heger Tirkiye û gel ber bi vê macerayê ve bên şandin, eynî wekî Sûriyeyê em ê bi encamên giran re rû bi rû bimînin".  Di 27'ê Mijdara 2019'an de di navbera Tirkiye û Hikûmeta Mûtabaqatê ya Neteweyî ya Lîbyayê, ji bo qadên behrî mûtabqatek hat îmzekirin. Piştî vê peymanê her diçe tansiyona li herêmê zêde dibe. Paşê tezkereya ji bo şandina eskeran jî di 30'yê Kanûna 2019'an de ji Meclîsê re hat şandin.    Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû jî ji bo di warê texkereyê de muxalefetê qaneh bike serdana CHP û Partiya ÎYÎ'yê kir. Piştî van hevdîtinan CHP'ê got, "em nepejirînin" û Partiya ÎYÎ'yê jî anî ziman ku piştî hevdîtina li Meclîsê ew ê helwesta xwe aşkere bikin.    Her wiha tê gotin Tirkiye hin komên selefî yên di bin banê 'Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê' de kom bûne birine Lîbyayê.    Wê îro li Meclîsê hevdîtinên derbarê tezkereyê de dest pê bikin. Rojnamevan Ercument Akdenîz ku geşedanên li Lîbyayê ji nêz ve dişopîne, mijara Lîbyayê nirxand.    Rojnamevan Akdenîz, anî ziman ku tiştên li Lîbyayê diqewimin ji bo petrolê ye û got: "Yek, gava ku AKP bû îktîdar, bûrjûwaziya tirk ku xwe da kêleka wê ji bo Afrîkayê hin hêviyên wê hebûn di warê aborî, stratejîk hwd. de. Loma Tirkiye dixwaze li wir ji xwe re cihekî çê bike. A dudoyan; li Behra Spî  rezervên wekî gaza xwezayî derketin. Her kesî dest avêt van rezervên nû. Lê belê di vê dîplomasiyê de Tirkiye bi tenê ma û winda kir. Piştî xwestekên wê yên emperyalîst pêk nehatin, vê carê çek û eseker dan pêş. Tiştên li Lîbyayê diqewimin ji bo rezervên gaza xwezayî ne jî ku dê kî, dê kîjan şîrket van derxîne û dê kîjan hêz van fîloyan biparêze. Şerê li Behra Spî ji bo vê ye".    ‘XIYALÊ NEO-OSMANÎTÎ'    Akdenîz, diyar kir ku bûrjûwaziya tirk dixwaze parekê ji pasteya li Behra Spî bigire û got, Tirkiye piştî di warê dîplomatîk de bi ser neket vê carê ketiye nav helwesteke agresîf. Akdenîz, anî ziman ku ji bo vê jî wê û Meclîsa Mûtabqata Neteweyî îmze daniye binî peymana behrî û got, bi vê peymanê dixwazin ji Afrîkayê heta Tirkiyeyê korîdoreke ewlehiyê çê bikin.    Akdenîz, anî ziman ku Tirkiye bi vê korîdorê dest bi propagandaya 'Me hem rezervên gaza xwezayî hem jî qada behrî ya Tirkiyeyê parast' kiriye. Akdenîz, destnîşan kir ku heta dibêjin 'me gol avêt' Yûnanîstan, YE û cîhanê û tim û tim vê yekê dinepixînin û got: "Lê belê li cihekî ku hêzên navneteweyî hemû cirîdan lê davêjin, ne mimkûn e ku Tirkiye ji Afrîkayê heta Tirkiyeyê seranserê behrê bigire. Ev xeyalekî neo-osmanîtîyê ye. Ev pêk nayê. Li qadê tu beramberiyeke vê yekê tuneye".    WÊ BIBE SEDEMA ŞEREKÎ MEZIN    Akdenîz, got: "Li lîbyayê meseleya meşrîiyetê heye. NY'yê Hikûmeta Mûtabaqatê nas kiriye. Lê bi kêr nayê. Tirkiye jî bi vê bawer e û eskeran dişîne. Şandina esekeran tê maneya cihgirtina di nav şerekî navxweyî de. Gelo ewlehî û pêşeroja Hikûmeta Mûtabaqatê an jî lihevkirina hemû hêlan bi kêrî Tirkiyeyê tê? Heger hûn rabin li gor berjewendiyên hêlekê hereket bikin û mudaxilî nav şerekî navxweyî bibin, hûn ê Tirkiyeyê ber bi şerekî herêmî ve bibin. Talûkeya mezin jî ev e".    Akdenîz, anî ziman ku heger eseker ên şandin wê rewş xirab bibe û got: "Berdevkên îktîdarê tim dibêjin; 'Em ne xerîbê vê axê ne. 100 sal berê jî em li vira bûn'. Heta îstinadî Mûstafa Kemal jî dikin û dibêjin, 'Ê li Trablûsgarpê şer kir kî bû?' Bi vî hawî dixwaze her kesî qaneh bike û bibe wir. A rast heger li wir komeke kurd hebûna, wê destek bigirta. Lê di hevkêşeya li vira de ne kurd, ereb, bedewî û gelên din hene. Yanî vê carê dibe ku em bibin şahidê îsyaneke gelên ereb ku li dijî armancên emperyalîst ên Tirkiyeyê. Wê ev bibe sedema dijminahiyê, di navbera her du welatan de. Heger Tirkiye û gel ber bi vê macerayê ve bên şandin, eynî wekî Sûriyeyê em ê bi encamên giran re rû bi rû bimînin".    MA / Ferhat Çelîk