Bavê girtî: Gardiyan û eskeran kurê min tazî kirin û bi daran lê xistin 2020-01-02 09:01:09 AMED - Girtî Suleyman Saçal, ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkoglû kirin. Bavê Suleyman, Niyazî Saçal diyar kir ku dema kurê wî birin Girtîgeha Turkoglu ew tazî kirine û bi daran 15 deqîqeyan lê xistin.  Rayedarên Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê di 26'ê Kanûnê de hêjmarek girtî sewqî girtîgehên cuda kirin. Yek ji girtiyan hat sewqkirin Suleyman Saçal bû. Bavê Saçal Niyazî Saçal di 30'ê Kanûnê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û der barê rewşa girtîgehê de agahî girtin. Suleyman Saçal, agahî dan bavê xwe û destnîşan kir ku di 26’ê Kanûnê de ji Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1 a Turkoglû ya Mereşê kirine. " Dema xwişka Suleyman Salça di 26’ê Kanûnê de çû hevdîtînê dît ku birayê wê ne li wir e û bêyî hevdîtin bike vegeriya. Dema pirsa birayê xwe kir jêre gotin sewqî Mereşê kirine. Bavê Suleyman Niyazî Saçal, anî ziman ku beyî agahiya wan kurê wan sirgûn kirine û wiha got: "Piştî keça min çû hevdîtînê em pêhesiyan ku sirgûn kirine. Kurê min di 30’ê Kanûnê de telefonî min kir û got 'Em 2 kes ji Osmaniyê anîn Mereşê. Dema em anîn Turkoglu, esker û gardiyanan di derî de em bi zorê tazî kirin û 15 deqîqeyan bi daran li me xistin. Piştre em avêtin hucreyê. Em 3 kes li cihê 2 kesan bi cih kirin. Hucre qirêj e. Me xwest paqij bikin lê alavê paqijiyê nedan me. Ji Edeneyê jî çend girtî sirgûnî Turkoglu kirine.' Kurê min anî ziman ku gelek kesên din jî hatine sirgûnkirin lê navê wan nizanin."   'CIL DESTESER KIRIN'      Saçal, bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha axivî: “Tiştê ku di girtîgehan de tê kirin li dijî mirovahî û olî ye. Ev hovîtî ye. Em vê qebûl nakin.” Saçal, bibîr xist ku çar meh cezayê hevdîtînê dane kurê wî û wiha bi dawî kir: “Li Girtîgeha Turkoglu cilên kurê min desteser kirin. Divê parlementer. parêzer û saziyên mafên mirovan li ser vê meseleyê rawestin."     Rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 1 a Turkoglû jî têkildarî îdîa derewand û xwest ji bo teyîtkirinê serî li dozgeriyê bidin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Fahrettîn Kiliç