Zarokê 13 salî mirî hat dîtin 2020-01-01 12:42:33 WAN - Cenazeyê zarokê 13 salî Serkan Taşdenîz ku li navçeya Erdîşê winda bûbû, hat dîtin. Cenazeyê zarokê 13 salî Serkan Taşdenîz ku li navçeya Erdîşê ya Wanê winda bûbû, hat dîtin. Li gorî malperên herêmî yên nûçeyan, Taşdenîz, duh piştî ku bi dayika xwe re çûye bazarê û hatiye malê, saet derdora 14.0'an winda bûye. Malbat piştî ku li kurê xwe geriya û nedît, rewşê ji Cendirmeyan re ragihand.   Di encama lêkolîna berfireh ku ji aliyê Cendirmeyan ve hat destpêkirin de cenazeyê Taşdenîz, li qeraxê çemê Xilxila yê nêzî mala wan hat dîtin. Cenazeyê Taşdenîz di rewşeke ku qirika wî hatibû jêkirin û serçavê wî hatibû parçekirin de hat dîtin.    Piştî lêkolîna dozgeriyê ya li cihê bûyerê, cenazeyê Taşdenîz ji bo karên otopsiyê rakirina Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê. Der barê cînayetê de lêpirsîn hat destpêkirin.