Li Elkê mînîbusa rêwiyan qulipî: 4 kes birîndar bûn 2020-01-01 11:25:27 ŞIRNEX - Li gundê Çeman ê girêdayî navçeya Elkê, ji ber barîna berfa zêde mînîbusa rêwiyan qulipî û di qezayê de 4 rêwî birîndar bûn.  Di derketina gundê Çeman ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnxê de, mînîbusa rêwiyan ji rê derket û qulipî. Hat diyar kir ku ji ber barîna berfa zêde mînîbus qulipiye û di qezayê de 4 rêwî birîndar bûn e. 4 kesên birîndar bûn, bi ambûlansên hatin cihê bûyer, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin.