Ezam: Lihevkirin bi rejîmî re hene lê negihaştina asta diyaloga avaker 2020-01-01 11:04:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hisên Ezam destnîşan kir ku pêwîste bi rêya diyalogên naxweyî aloziya Sûriyê were çareserkirin û got ku bi dûrxistina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê aloziya welêt çareser nebe. Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re di Adara 2011`an de bi dehan civîn û kongre bi sponseriya gelek dewletên ku mudexeleya Sûriyê kirine hatin lidarxistin. Lê ev civîn tu encam ji bo xizmeta gelê Sûriyê negirt. Berovajî wê xizmeta berjewendiyên dewletên ku xwe weke parêzvanê gelê Sûriyê nîşan didin, dike. Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûna xwe ve di sala 2014`an de ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê banga pêwîstiya pêkanîna diyalogên cidî di navbera gelê Sûriyê de dike.   Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê Hisên Ezam ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) projeya diyaloga sûrî-sûrî pêşkêş kiriye û wiha got: "Di Mijdara 2018`an de komxebatek lidar xist. Gelek kesayetên siyasî û lêkolînerên cîhanî û ji hundirê Sûriyê tev li komxebatê bûn ji bo ku pêşeroja aloziyê û rêbazên çareserikirina aloziya Sûriyê nîqaş bikin."   'TENÊ BI DIYALOGÊN AŞTIYANE DÊ SÛRIYÊ JI VÊ ALOZIYÊ DERXIN'   Ezam anî ziman ku ji bo vedîtina çareseriyî ji aloziya Sûriyê diyalog esas e û wiha domand: " Em her tim bi diyalogan û pêşketina wan re ne. Sûriya tenê bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk wê ji aloziyê xilas bibe. Lê divê ev diyalog dûrî civînê cîhanî û ajandeyên derve bin."   Tevî rizgarkirina rûbera bi rêya ji sedî 30 ji tevahiya rûbera Sûriyê û hebûna zêdetirî 5 milyon kes ji pêkhateyên olî û nejadî yên cuda lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên girêdayî wê, ji tevahiya kongre û civînên bi armanca çareserkirina aloziyê Sûriyê re hatin dûrxistin.   'BI DÛRXISTINÊ ÇARESERÎ NE PÊKAN E'   Ezam di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Hinek alî hewl didin me ji civînên navneteweyî û komîteya destûrî dûr bixin. Ew civîn xizmeta hewldanên çareseriyê nakin. Wê bi ajandeyên navneteweyî bandor bibin û wê aliyên derve bidim meşandin da ku xizmeta berjewendiyên wê bikin."   Ezam bal kişand ku divê her çareseriyek tevahiya pêkhateyên Sûriyê vehewîne û wiha domand: "Bi dûrxistinê çareserî ne pêkane. Divê em di çareseriyê de şirîk bin."   'DAGIRKERÎ LI HEMBER ÇARESERIYÊ ASTENGÎ YE'   Dewleta Tirk a  dagirker ji 9`ê Cotmehê ve heta niha bi armanca qirkirinê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ezam destnîşan kir ku Tirkiyê û êrişên wê, li hember çareseriyê astengiyek e.   'ŞAM TENÊ BI KURDAN RE DIYALOGÊ DIXWAZE, EM JÎ QEBÛL NAKIN'   Têkildarî hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo ku bigihêjin lihevkirinekê bi rejîma Sûriyê re, Ezam got: "Hikumeta Şamê diyalogê tenê bi kurdan re dixwaze, dûrî Ereb û Suryan. Em dibînin ku Rêveberiya Xweser nûnertiya tevahiya pêkhateyên herêmê dike. Divê çareserî giştî be. Hemû jê sûd bigirin. Ne tenê aliyek. Ji bilî wê jî em tu çareseriyek din qebûl nakin."   Girêdayî geşedanên danûstandina bi rejîma Sûriyê re hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê got: "Lihevkirin û nêrîn di navbera me de hene. Lê heta niha em negihaştin asta diyaloga cidî û avaker."