Ozbûdûn: AKP di nava neo-faşîzmê de cih digire 2020-01-01 11:03:30 STENBOL - Akademîsyen Sîbel Ozbûdûn, ji bo partiyên polulîst ên rastgir ên di cîhanê de bilind dibin, pênaseya “partiyên rastgir ên neo-faşîst” kir û got: “AKP tam di nava vê nêrînê de cih digire.” Partiyên çepgir ên navendî di hilbjartinên herî dawî yên parzemîna Ewropayê hatin lidarxistin de, li Îngiltere ji sala 1935’an, li Avûstûrya ji sala 1945’an, li Almanya ji sala 1949’an, li Îsveç ji sala 1908’an û li Fînlandiya ji sala 1962’yan ve dengên herî kêm standin e. Piştî van danayan, di raya giştî ya cîhanê de bilindbûna partiyên populîst ên rastgir tim bûye mijara nîqaşê.    Akademîsyên Sîbel Ozbûdûn, bilindbûna partiyên polpulîst ên rastgir ên cîhanê de nirxand û diyar kir ku desthilatdariya siyasî ya li Tirkiyeyê heyî, nabe ku ji vê bilindbûnê bi awayekê serbixwe bê fikirandin.    Sîbel Ozbûdûn, anî ziman ku piştî têkçûyîna Sosyalîzma Reel, serkeftina versiyona neolîberal a kapîtalîzmê hat îlankirin û bi vê yekê re her tiştî dest pê kir.    ‘DÎROK VALETIYÊ NAS NAKE’   Ozbûdûn, bal kişand ser partiyên çepgir ên navendî û wiha axivî: “Piştî têkçûyîna partiyên çepgir ên navendî û pargala sosyalîzmê, êdî pirsgirêkên karkeran hatin paş guhkirin. Ji ber vê baweriya bi partiyên çepgir bi awayekê leş ji holê rabû. Dîrok valetiyê nas nake. Civakî jî valetiyê nas nake. Ji ber vê partiyên neofaşîst ev kêmasî û valetiya çepgiran tije kirin. Niha jî, çînên navîn û jêrîn ên baweriya xwe ya ewlekariya kar winda kirine û bi gefa koçberiyê re rû bi rû ne, hîn zêdetir bala xwe didin ser bangên navendên neofaşîzmê.”    ‘ŞERÊ HEGEMONYA YÊ’   Ozbûdûn, da zanîn ku îro gelek aliyên siyaseta rastgir di bilindbûnê de ye û wiha got: “Lê di rastiyê de rastgiriya navendî têk çûye û rastgiriya neofaşîzm ketiye şûnê wê.”     Ozbûdûm, dest nîşan kir ku têkiliya van partiyên rastgir bi Rûsyayê re heye û wiha bilêv kir: “Rûsya, polîtîkayên aboriyê yên kapîtalîzmê bi cih tîne. Ez di wê baweriyê deme ku berjewendiyek hevpar heye. Yanî Rûsyayê, di pergala cîhanê de, qada hegemonyaye DYA’yê teng kir û hewl dide qada hegemonyeya xwe berfireh bike. Ev şer şerê hegemonyayê ye. Ji derveyî vê tu wateyeke vî şerî tuneye.”    ‘AKP BÛYEREKE KU DIVÊ BÊ LÊPIRSÎN’   Ozbûdûn, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Nabe ku Tirkiye, ji partiyên rastgir ên di cîhanê de bilind bûne, cuda we re nirxandin. Desthilatdariya siyasî ya heyî, di sala 2002’yan de, ji ber ku weke partiyeke demokrastîk xwe pênase kir, piştgirî ji gelek aliyên liberal girtin. Desthilatdarî, bi Kurdan re li ser heman maseyê rûnişt û got ‘ezê pirsgirêka kurd çareser bikim.’ Dûre mase quliband û xwe nêzî Ergenekonê kir. Piştre jî bi hinceta xendekan, dest bi şerê li dijî Kurdan kir. Bi hewldana darbeya Fettûlah Gulen jî, pergala xwe ya serokatiyê ava kir. Yanî AKP bûyerekeke ku divê bê lêpirsîn.”   ‘PÊDIVÎ BI TEVGERA KEDÊ HEYE’   Ozbûdûn, têkildarî tevgera kedî ya li dijî neofaşîzmê jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li tevahiya cîhanê, bi awayekê pir cîdî, tevgereke kedê derketiye holê. Hêza li dijî neofaşîzmê derbikeve, bêguman têkoşîna tevgera kedê ye. Hêza kedê divê di vê çarçoveyê daxwazên xwe mezintir bike.”    MA/Lezgîn Tekay