TÎHV: Berê veşarî îro aşkere tundiyê dikin 2017-12-10 09:15:10 STENBOL – Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, diyar kir ku berê li Tirkiye tundî veşari dihat kirin, lê di serdema niha de aşkere tê kirin û wiha got: "Niha bi roj panzêr zarokan dipelçiqînin. Mirov li Mugla tên tazîkirin û rastî îşkenceyê tên. Beden tên fîşkirin û serî tên şikandin."    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (THÎV), di çarçoveya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de  binpêkirinên mafan ên ji 20’ê tîrmeha 2016’an bi îlankirina OHAL'ê re dest pê kir bi raporekê aşkere kir. ÎHD’ê di raporê de diyar kir ku ku di 69’emîn salvegera erêkirina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî de li Tirkiyeyê binpêkirina mafan hemû sînor bezandine û wiha got: “Di van deman de ku pêkanînên OHAL û otorîteriyê zêde bûne, helbet em naşên ku biçin dibistanan û behsa vê danezana gerdûnî bikin. Di 11 mehên 2017'an de 423 kes di bin çavan de rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Hezar û 855 kes jî li dervê binçavkirinê rastî îşkenceyê hatine. Bi giştî 2 hezar û 278 kes rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Di rapora TİHV'ê de jî hat diyar kirin ku di  hemam wextê de bi giştî 570 kesan serî li wan dane û diyar kirine ku rastî îşkenceyê hatine. Têkildarî îşkence û tundiya zêde bûye Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, diyar kir ku berê li Tirkiye tundî veşari dihat kirin, lê di serdema niha de aşkere tê kirin û wiha got: "Niha bi roj panzêr zarokan dipelçiqînin. Mirov li Mugla tên tazîkirin û rastî îşkenceyê tên. Beden tên fîşkirin û serî tên şikandin."    Efe, diyar kir ku di sala 2016'an de li Amed, Enqere, Stenbol û Îzmirê 487 kesan serî li nûnertiyên wan dan û alîkarî xwestin û wiha got: "Li Tirkiye rewşek pir bi şewat heye. Têkoşîna mafên mirovan nikare şerê çekdarî, binpêkirina mafên mirovan a giran rawestîne. Ji bo binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibe divê berî her tiştî şer bi dawî bibe. Piştî 2015’an mafên mirovan û mafê azadiya ramanê pir xerab e.    ÎŞKENCE REWA Û ASAYÎ KIRINE   Efe, destnîşan kir ku dewlet îşkence, muameleya xerab û sûcê li dijî mirovahiyê wekî parastina pêşeroja xwe dîbîne û vê yekê dipareze. Efe, bilev kir ku vê tundî û îşkenceyê rewa dike û dixwaze rewa bê dîtin û wiha berdewam kir: "Mirov li naverasta kolanan tên tazîkirin û rastî lêdanê tên. Li kolanan gaza îsotê navên nava çavên wan. Bi çekan tên kuştin. Ev hemû êdî wekî rewa tên dîtin û dixwazin vê yekê bikin asayî. Divê tu car ev neyê qebûl kirin. Berê jî îşkence dihat kirin lê bi dizî dihat kirin. Lê niha pir aşkere û li ber çavan îşkenceyê dikin. Panzêr li ber çavan zarokan dipelçiqînin. Li Mugla mirovan tazi dikin û îşkence dikin. Bi vê yekê tundî û îşkenceya li kolanan rewa drikin û dikin asayî. Lê li gorî hiqûqa navneteweyî bi her awayî îşkence qedexe ye û nayê qebûlkirin."    DIVÊ EM BI HÊZA XWE BAWER BIBIN   Efe da zanin ku ew zahmetiyê dijîn ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Mekanîzmayên Mafên Mirovan ên Ewropa encam bistînin û wiha got: Mekanîzmaya mafên mirovan a Ewrapa û navneteweyî gelek caran em matmayî hniştin. Di bûyerên Cizîrê, Nisêbînê û rewşa Nuriye û Semih de biryarên Neteweyên Yekbîyî û dan em matmayî hiştin. Ji ber vê yekê divê em bi hêza xwe û xwe bawer bibin. Bi zagonan zirxekî li pêş polîs û îşkencekaran ava dikin û wiha got: "Îşkence bi awayekî teqez û mutlak qedexe ye. Ji bo vê ferasetê û baweriyê li her derê belav bikin û têkoşîna li dijî îşkenceyê zêde bikin em dê bêtir têbkoşin. Li gorî mekanîzmayên navneteweyî û peymanên navneteweyî bi her awayî îşkence û muameleya xerab qedexe ye.    YÊN ÎŞKENCE DIBÎNIN SERÎ LI SAZIYA ME DIDIN   Efe xwest ji bo zanîn û belge bi awayekî tenduristî pêk bên divê hemû kesên rastî îşkenceyê hatin serî li wan bidin da ku karibin raporan amade bikin. Efe, destnîşan kir ku piştî îşkence zêde bû û dixwazin îşkenceyê wekî rewa bidin nîşan kesên rastî îşkenceyê tên diçin zerî li wan didin û her diçe ev hêjmara serlêdanê zêde dibe."    Efe, herî dawî bang li her kesî kir û xwest her kes mafê xwe yê mirovan biparêze û li mafê xwe xwedî derkevin. Efe xwest her kes li cihê xwe ji bo mafê xwe di ber xwe bide û mafê xwe heta dawî biparêze."    MA / Sadiye Eser