Li Enqerê agir bi avahiyek ket û 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2020-01-01 10:15:23 ENQERE - Li navçeya Altindagê agir bi avahiyek ket. Di şewatê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.   Li navçeya Altindag a Enqerê, serê sibehê saet derdora 06.30'an de agir bi avahiyeke 3 qat ket. Li gorî agahiyên destpêkê, agir ji sobeya ceyranê bi avahiyê ketiye. Di şewatê de 4 kesên ku ji bo pîrozkirina sersalê li hev kom bûbûn jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên cûda yên Enqerê. Hat hînbûn ku kesên jiyana xwe ji dest dane Seyfî G., Semîh A., Naci C. û kesekî ku navê wî nehat hînbûn in.