Ji ber 'Parvekirina twitterê' doz li Rojnameger Erol vekirin 2020-01-01 09:04:43 AMED - Serdozgeriya Komarêya Amedê, der barê Rojnameger Mehmet Erol de bi sedema "parvekirinên twitter" bi daxwaza ji 1 sal û 6 meh heta 7.5 salan cezayê girtîgehê doz vekir.  Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Rojnameger Mehmet Erol de bi hinceta dema şewirmendê çapemeniya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû, di navbera salên 2013 û 2015'an de li ser hesabê twitterê agahî û nûçe parve kirine, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Serdozgeriya Komarê îdîaname amade kir û pêşkêşî 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a amedê kir. Dadgehê îdîaname qebûl kir. Dozger parast ku Erol li ser medya civaki çalakiyên tundiyê yên rêxistinê parve kirine û bi vê yekê ev çalakî rewa nîşan dane. Dozger bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" di navbera 1 sal û 6 mehan heta 7 sal û 6 mehan ceza xwest.    MA / Aydin Atay