Navenda penaberan e an girtîgeh e 2017-12-10 09:13:08 ÎZMÎR - Navenda Paşve Şandinê ya Penaberan a Harmandali ku der û dora wê bi dîwarê bilind, têlên bi strî hatiye pêçan ji dûr ve dişibe girtîgehan. Navenda ku girî û qerîna zarokan jê bilind dibe û malbatên li ber deriyê wargehê rawestiyane şertên dijwar ên penaberan li ber çavan radixe.    Navenda Paşve Şandinê ya Penaberan a Harmandali (GGM) ku di 2009'an de di çarçoveya Bernameya Maliyê ya Berî Tevlêbûnê (ÎPA) ya Yekîtiya Ewropa (YE) dest bi înşaeta wê kirin û di sala 2016'an de xistin meriyetê, ji wargeha penaberan zêdetir dibişe girtîgehê. Li gori peymana navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa divê penaber li vir bên parastin û dîsa paşve bên şandin. Li navenda ku kapasîteya wê 750 kesin, heta niha 120 kes hatine dersînorkirin û 700 penaberên ku ji Sûriye, Filistin, Myanmar (Burma), Afganistan, Somali, Pakistan, Bangladeş, Nijerya, Iraq û Îranê hatine li vir bi cih bûne. Penaberên li vir tên hiştin destûr nadin ku bi tu awayî derkevin derve. Ji ber destûr nadin penaber derkevin derve bi çavdêriya saetan û rojan nayê dîtin ku penaberek jî derdikeve derve. Navenda penaberan bi diwarên bilind, têlên strî û çîtên hesin hatiye pêçan. Dîsa zêdeyî 100 kamerayên ewlehiyê hatine bicih kirin.    HER KES NIKARE TÊKEVE HUNDIR   Sivîlên ji derve bixwazin têkevin kampê tenê bi destûra taybet dikarin têkevin hundir. Li deriyê navendê erkdarên ewlehiyê yên bi navê “vale” radiwestin. Dîsa li der û dorê polîsan û ewlehiya taybet nobetê digirin. Parêzerên ku dixwazin têkevin hundir jî berê navê muwekilê wan tê pirsîn. Valeyê ber derî piştî pirsên Şervanê Terorîstê biyanî ye? Bi nîzam e? Bê nîzam e? pirsî, dikare têkeve hundir.  Parêzerên muwekilê wan tune be û tercûmanên belgeya wan a sondê tune be nikarin têkevin hundir.    QERÎNA ZAROKAN TEV LI HEV DIBE   Dema mirov li derve disekine, qerîna zarokan û nalîna kesên nexweş tev li hev dibe. Bi dehan zarok bi hevre digirîn û qerîna kesên mezin li nava girî û awaza zarokan belav dibe.    Kesên xizmên wan li wargehê ji bo biçin xizmên xwe ziyaret bikin serê sibê dên li ber deriyê wargehê kom dibin. Em bi riya ziyaretvanan fêr dibin ku kesên bi sedema di medya civaki de agahi parve kirine an jî tev li şer bûne yan jî qezayên trafîmê bûne tên dersînorkirin.    PARÊZER DI BIN ÇAVDÊRIYÊ DE NE   Parêzerên bi muwekilên xwe re hevdîtin dikin li salona rawestinê demek dirêj tên rawestandin. Parêzerên ku der barê navendê de binpêkirina mafan bi raya giştî re parve kiribin, piştî çavdêrî û kontrola mezin wan dixin hundir. Nexweş di şertên qirêj û nava nexweşiyê de dijîn. Penaberên nexweş nayên dermankirin û di nava şertên qirêj û ne bi tenduristî de tên girtin.  Hat diyar kirin ku ji ber şertên qirêj di bedena H.N. de birîn çêbûne û ew birîn li bedena endamên 5 malbatên din belav bûne.    MA / Ahmet Kanbal