ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-01 09:00:03 * Ji bo pêşangeha ku dê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan tev lê bibe, gazî Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û endamên Meclîsa Şaredariyê ya hatiye fesixkirin kirin.  * Sekreterê Giştî yê PEN'a Kurd Omer Fîdan têkildarî Tora Ziman û Çandan diyar kir ku çand û ziman bingehê netewebûnê ne û got: “Heke em yekitî û statuyekê bi her awayî bixwazin divê ewil em xwedî li xwe, çand û zimanê xwe derkevin."    * Serdozgeriya Komarêya Amedê, der barê Rojnameger Mehmet Erol de bi sedema "parvekirinên twitter" bi daxwaza ji 1 sal û 6 meh heta 7.5 salan cezayê girtîgehê doz vekir.    * Bi îdiaya Qeymeqamê Dêrikê Mûhammed Fatîh Safîturk kuştiye, cezayê muebata giran li Şefê Nivîsgeha Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû hatibû birîn. Mesûtoglû, ji bo darizandineke adil 192 roj in di greva birçîbûnê de ye.    * Rastiya kuştina Îslam Kaya yê ku dema ji Girtîgeha Tîpa F a Wanê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) kirin û gotin "Xwe ji şibakê avêt û dawî li jiyana xwe anîye" hêj ronî nebûye. Malbat û parêzerên Kaya bertek nîşanî rayedaran dan û gotin: "Kesê dest û piyê wî kelepçekirî dê çawa întîhar bike?".    * Li Edliyeya Edeneyê, polîsan parêzer Ozgur Yakût derb kiribûn. Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û dîmenên dema derbkirinê li dosyeya lêpirsînê hatibûn zêdekirin. Lê belê derket holê ku di dîmenan de kêlikên dema derbkirinê hatine jêbirin. Bi vî awayî ji parêzer Yakût xwestine teşxîsê deyne   * Îdianameya derbarê Hevşaredarên Bêgirê Leyla Balkan û Yilmaz Şalan de jî hat amadekirin. Di îdinameyê de îfadeyên "şahidan" cih digirin û ev kes ji serî heta binî heman tiştî dubare dikin.    * Li Girtîgeha Metrîsê Ergîn Aktaş ku her du milên wî tunene, Serdal Yildirimê ji navê berjêr felcî ye û Abdûllah Tûranê ji stû û berjêr felcî ye di heman qawîşê de ne. Her çend raporên wan î ATK'ê hene jî, lê nayên berdan. Endama ÎHD'ê Hatîce Onaran, destnîşan kir ku dewlet henekê xwe bi van girtiyan dike.