Mamosteya bi KHK’ê hat deqkirin pereyê xwe stend 2019-12-31 16:25:25   DÎLOK -  Mamoste Suzan Uzpak a KHK'yî û bi hişyariya “TC ya qedexekirî” hatibû deqkirin, pereyên bi bankayê ji wêre hatibû şandin, bankayê pere desteser kir. Uzpak, hiştî hevdîtinan pereyê xwe stend.    Mamosteya bi KHK'ê ji dibistana Seretayî ya Şahinbey a Dîlokê hatibû dûrxistin, dema çû Bankaya Vakifê û xwest pereyê bi hewaleyê jêre hatiye şandin bistîne, rayedarên bankayê bi hişyariya "TC ya qedexekirî" pereweyê wê desteser kirin. Endama Egîtîm Senê Suzan Uzpak, piştî hevdîtinên bi rayedaran re pereyê xwe stend.    Uzpak, piştî bi KHK'ê hatibû dûrxistin bi îdîaya “endama rêxistinê ye" doz lê hatibû vekirin û piştî danişînê Uzpak beraet kiribû.    MA / Muhammet Abdulkadir Esen