Belavokên kongreya HDP'ê qedexe kir 2019-12-31 15:12:36   MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta “Qedexeya çalakiyan” belavokên HDP’ê yên ji bo kongreya Rêxistina Mêrdînê amade kiribûn qedexe kir.    Walîtiya Mêrdînê, belavokên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, yên ji bo 3'yemîn Kongreya Awarte ya ku di 4'ê Çileya 2020’an de bê lidarxistin qedexe kir. Hat diyar kirin ku walîtiyê bi hinceta “Qedexeya çalakiyan” a 30 rojan belavokên rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê qedexe kir.    'EM Ê PAŞVE GAV NE AVÊJIN’   Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, bertek nîşanî biryara walîtiyê da û got: “Tenê li dijî HDP’ê van polîtîkayan bi kar tînin. Ji bo ku pêşiya HDP’ê bigirin, serî li rêbaz û astengiyên wiha didin. Lê çi dibe bila bibe, emê xebatên xwe bê navber dewam bikin. Emê tu carî dest ji çalakiyên xwe bernedin. Emê di 4’ê Çile de li Otela Yay Granda kongreya xwe li dar bixin. Em hemû gelê xwe dawetî kongreya xwe dikin.”