Parêzerên karsaz Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin 2019-12-31 14:05:51   STENBOL – Tevî biryara DMME’yê karsaz Osman Kavala nehat berdan. Parêzerên Kavala li dijî biryara dewama girtinê îtîrazî dadgehê kirin.    Karsaz Osman Kavala bi angaşta “Çalakiyên Parka Geziyê organîze kiriye” ji 1’ê mijdara 2017’an ve girtî tê darizandin. Danişîna Kavala di 24’ê kanûnê de hat dîtin û dadgehê biryara dewama girtina wî da. Dadgehê li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî wî berneda. Parêzerên Kavala îtîrazî biryara dadgehê kirin û daxwaznameya xwe dane 30’yemîn Dadgeha Sizaya Giran a Stenbolê û xwestin were berdan.