Hêviyên Waniyan ji sala nû 2019-12-31 11:35:27   WAN - Waniyan, diyar kirin ku wan sala 2019’an bi krîza aborî, bêkarî û din ava bêhêviyê de derbas kirin û gotin: “Em dixwazin sala 2020’an bibe sala aştî, aramî û azadiya civakî.”    Di sala 2019’an de yek ji bajarên herî zêde krîza aborî û bêkarî bandora xwe lê kir, bajarê Wanê ye. Ji ber vê yekê welatiyên Wanê dixwazin ku sala 2020’an bibe sala aştî û aramiyê. Welatiyan, hêvî kirin ku krîza aborî, bêkarî û xemgîniya sala 2019’an di sala 2020’an de derbas bibe û daxwaza aştî, hêvî, aramî û azadiya civakî kirin.    EZ HÊVÎ DIKIM KU BÊM TAYÎNKIRIN    Ji welatiyên Wanê Fetîh Ayaz, bal kişand ser zamên di nava salê de hatin kirin û wiha axivî: “Em naxwazin di sala 2020’an de bi zaman hişyar bibin. Ez bernamzetê mamostetiyê me. Di sala nû de ez hêvî dikim ku bêm tayîn kirin.”    LI BENDA KARE    Veysel Dergergul jî, diyar kir ku ew bi mehane li benda karekêye ku bibîne û wiha got: “Ez dixwazim bi keyfxweşî bikevim sala nû. Ji ber ku kar tuneye, em gelek mexdûrin. Mixabitin di sala 2019’an de tu xeyalên min bi cih nehatin. Ez hêvî dikim ku di sala 2020’an de hêviyên min pêk werin. Bila tiştên xweş bên jiyîn.”   EW Û BIRAYÊ XWE BÊKARIN    Birayê Veysel Degergul, Feyyaz Degergul jî yê mîna birayê xwe bêkare, da zanîn ku ji serê sibê heya danê êvarê vale vale digerin û wiha bilêv kir: “Di malbata me de 6 kes dikarin bixetibin, lê her 6 kes jî bê karin û kar peyda nakin. Me serî lig elek saziyan da, lê kar nedan me. Êdî em nizanin emê çi bikin. Ji xwe aborî têk çûye û her ku diçe xerabtir dibe. Em hêvî dikin ku di sala 2020’an de aborî baş bibe û bê karî bi dawî bibe.”   'BILA SALA 2020’AN MÎNA SALA 2019’AN NE BE'   Ozcan Tekîn jî, xwest ku sala 2020’an mîna sala 2019’an derbas nebe û wiha hêviyên xwe anî ziman: “Ez dixwazim hemû kes bibin xwedî kar û xebat. Hêvî dikim ku pêşerojek xweş û bi tendurist çê be. Yên ku li Enqerê rûdinin, rewş û halê kesekê nizanîn in. Bila bên vê derê û li halê me mêze bikin. Ji ber zaman em demên zor û zehmet derbas dikin. Divê hikumet di vî warî de gavên pêwîst bavêje.”