Bejahiya Şirnexê ji têketinan re hat qedexekirin 2019-12-31 11:21:45   ŞIRNEX - Li Şirnexê, 15 herêmên ku hema bêje tevahiya bejahiya Şirnexê dihewînin nava xwe weke "Herêma Taybet a Ewle" hat îlankirin û ji sivîlan re hat qedexekirin.   Walîtiya Şirnexê, li 15 herêmên girêdayî navend û navçeyên Şirnexê weke "Herêma Taybet a Ewle" îlan kir û têketina van herêman ji sivîlan re qedexe kir. Herêmên ku hatine qedexekirin hema bêje tevahiya Şrinexê dihewînin nava xwe.