Wê SMO li Îdlibê li dijî arteşa Sûriyeyê şer bike! 2019-12-31 10:45:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya li Îdlibê, HTŞ'a ku piraniya herêmê di bin kontrola wê de ye û "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" ku Tirkiye piştgirî didê li hev kirin ku bi hev re şerê artêşa Sûriyeyê bikin.    Pêşveçûna artêşa Sûriyeyê ya li dijî Hayat Tahrir el Şam'ê (HTŞ) ku piraniya Îdlibê di bin kontrola wê de ye didome. HTŞ'ê bi "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" (SMO) ku Tirkiye piştgirî didê re li hev kirin ku bi hev re şerê artêşa Sûriyeyê bikin. BBC'ya Tirkî, têkildarî mijarê nûçeyeke ku spart Malpera Înternetê ya Enab Baladiyê çêkir û ragihand ku ji bo bersivandina artêşa Sûriyeyê HTŞ û SMO li hev rûniştine û li hev kirin ku li dijî artêşa Sûriyeyê bi hev re şer bikin.   Li ser vê lihevkirinê bi sedan endamên SMO'yê derbasî başûr û rojavayê herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de bûn û tevlî şer bûn.    Berdevkê "Artêşa Neteweyî" Yûsûf Hammûd, diyar kir ku di encama lihevkirinên wan ên bi "Eniya Rizgariya Neteweyî û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" re nêzî hezar endamên van rêxistinan derbasîbaşûr û rojavayê Îdlibê bûn.