Polîsê endezyar Cîhan Can pelçiqang hat berdan: Qey min got êzing e 2019-12-31 10:30:23 AMED – Polîsê bi navê H.A. ê ku otobusê li Cîhan Can qeliband, pişt re hat binçavkirin û demildest hat berdan xwe wiha parastiye: “Wextê ku otobus hejiya, qey min got otobus di ser êzingan de derbas dibe.” Parêzerê malbata Can, Fuat Coşacak jî got lêpirsîn ji bo tewanbar rizgar bikin hatiye birêvebirin.    Li Amedê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê di 27’ê kanûnê de polîsê bi navê H.A. otobusa polîsên çevîk li endezyarê avahiyan Cîhan Can qeliband û ew kuşt. Polîs H.A. bi hênceta “kuştina bi qisûr” hat binçavkirin. Li gel dozger xwest polîs were girtin jî lê dadgehê wî berda.    POLÎS XWE BI ‘ÊZING Û BARANÊ’ PARAST    Polîs H.A. di îfadeyên da emniyet û dozgeriyê de xwe parast û gotiye: “Wextê ku otobus hejiya, qey min got otobus di ser êzingan de derbas dibe. Qey min got min otubusê li êzing qelibandiye. Ez her tim diçim ber HDP’ê. Li serê kuçeyê firinek heye û êzingê wê li wir in. Ji ber wê yekê qey min got êzing e.” H.A. xwe bi barandina baranê ku pêşiya xwe nedîtiye parast û wek ku ne sûcdar be xwe da nîşandan.     ‘JI BO BERDANA POLÎS HER TIŞTÎ KIRINE’    Parêzerê malbata Can, Fûat Coşacak jî da zanîn bi îfadeyek di derbarê polîs de ku wî biparêze hatiye amadekirin û bi vê amadekariyê îfade daye emniyet û dozgeriyê. Coşacak diyar kir ku însanek wek zinarekî radibe dişibîne êzing û ev jî li dijî herikîna xwezaya jiyanê ye. Coşacak got lêpirsîn ji bo tewanbar ango polîs rizgar bikin hatiye birêvebirin. Coşacak da zanîn ku wan îtîrazî berdana polîs kiriye û dê têkoşîna hiqûqî ya malbatê bidomîne.