Di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan 2019-12-31 10:13:46 STENBOL – Rewşa girtiyên nexweş veguheriye kangrene. Di 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. ÎHD û CÎST’ê di nava salê de 7 hezar serlêdan ji bo Wezareta Dadê û CTE kirin, lê bi hênceta “pêwîste lêkolînên taybet were kirin” bêbersiv hiştin.  Li gorî daneyên Wezareta Dadê 260 hezar û 144 kes di girtîgehan de ye. Ji van 202 hezar û 434 yên hikumxwarî ne û 57 hezar û 710 jî girtî ne. Li girtîgehan her roja ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê giran bi giştî hezar 333 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş gelek ji wan li ber sînorên mirinê ne û bi nexweşiyên xwe re têdikoşin. Tevî ku raporên girtiyan ên Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyan daye wan jî nayên berdan.    ÎHD’ê di sala 2019an de ji bo rewşa girtiyên nexweş bi 214 serlêdanan serî li saziyên wek Desteya Mafên Mirovan a Bajêr, Malên Cezayê Tevkîfê (CTE), Dozgeriyên Komarê, Rêveberiyên Girtîgehan, Odeyên Tabîban, Serokkomariyê, Wezareta Dadê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Saziya Tiba Edlî (ATK)  dan û ji van serlêdanan tenê 99 serlêdan hatine bersivandin.    DI SALEKÊ DE 50 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA    Her wiha Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Ceza de (CÎSST) têkildarî rewşa girtiyan di sala 2019’an de bi 7 hezar serlêdan serî li saziyên wek Wezareta Dadê, Desteya Mafên Mirovan a Bajêr, CTE û Rêveberiyên Girtîgehan da. Ji van serlêdanan gelek hindik hatin bersivandin. Di van bersivan de wiha hat gotin: “Em bi rewşa girtî re eleqedar dibin û pêdiviya wî/wê bi tiştek din nîne.” Li gorî sazî û dezgehên sivîl û siyasî di sala 2019’an de 50 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.    ‘DI BINPÊKIRINA MAFAN DE ZÊDEBÛN CIDÎ HEYE’    Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Hatîce Oran da zanîn bi taybetî piştî hewla darbeya eskerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an her ku diçe binpêkirina mafan li girtîgehan zêde dibe û ev binpêkirin derketine astek cidî ku wan dixe nafa fikaran. Oran got divê her kes bi rewşa girtiyên nexweş re eleqedar bibe. Oran anî ziman ku li gorî daneyên komeleya wan li girtîgehên bajarên herêmê û bajarên rojavayê Tirkiyê 457 jê giran bi giştî hezar û 333 girtiyên nexweş hene û got: “Di nava cezakirinê de carek din girtiyan ceza dikin.”   ‘ME DI SALEK DE 7 HEZAR SERLÊDAN KIR’    Seroka CÎSST’ê Bêrîvan Korkut jî da zanîn ku têkildarî rewşa girtiyên nexweş Wezareta Dadê û Malên Cezayên Tevkîfê (CTE) bi wan re daneyan parve nekirine û got: “Wezareta Dadê û CTE daneyên pir bi sînorkirî parve eşkere dikin. Di derbarê hejmara girtiyan de bi demsalî agahiyan parve dikin. Em van agahiyên belawela komî ser hev dikin û hejmarek giştî jê derdixin û di vî warî de em jî tengasiyan dijîn. Di her lêkolîn û serlêdanên me yên ji bo girtîgehan de ji me re dibêjin ‘pêwîste lêkolînên taybet werin kirin.’ Wisa bersivê didin me. Di derbarê rewşa girtiyan de tu agahiyek zelal nadin me. Di mijara hejmara zêdebûna girtî û hikumxwaran de hejmaran xofdar heye.”    MA / Erdogan Alayûmat