Kal Gaxan ji nû ve tê pîrozkirin 2019-12-31 09:26:47 DERSIM - Yek ji rîtuelên sersalê jî "Kal Gaxan" e. Her çend hindik maye bê jibîrkirin jî, lê belê ev çend sal e hêdî hêdî tê pîrozkirin. Hunermend Metîn Kahraman, anî ziman ku armanca wan zîndekirina vê çanda qedîm e û got, hêvîdar e ku sala nû bibe wesîleya aştî, aramî û demokarsiyê.    "Kal Gaxan" ji nû ve tê pîrozkirin. Ev rîtuela ku nexasim a elewiyên Dersimê ye û hema bêje hatiye jibîrkirin, xwe dispêre dîrokeke beriya mîladê. Ev rîtuel, ji bo verêkirina sala borî û pêşwazîkirina sala nû tê pîrozkirin û heta orta meha Çileyê didome.    ÇAWA TÊ PÎROZKIRIN?    Berê li gundan, gel ligel pîrz û anayan diçûn ser ziyaretan dua dikirin, çiraa pêdixistin û loqme li hev parve dikirin. Paşê lîstika Kal Gaxan dihat lîstin û yeko yeko li mala digeriyan û loqm eberhev dikirin û loqme li hev dihatin parvekirin. Her wiha 3 rojan rojî dihat girtin, cem dihat kirin, genim dihat kelandin û ji bo heywan zêde bibin ew genim li axuran dihatin daliqandin. Di pîrozkirina Gaxanê de ji bo sala nû bibe sala xweşî û aramiyê, ji bo zalim û zilm biqede hêvî û dua dihatin kirin.    PEYAMA LÎSYIKA GAXANÊ    Her wiha lîstika Kal Gaxanê jî lîstikeke balkêş e. Di lîstikê de du jin hene. Yek jê xwe dixe şiklê zilamekî extiyar û yek jê jî dibe bûk û kesekî ku ser çavê xwe reş kiriye heye. Li gorî bîr û abweriya elewîtiyê, padşah di 21'ê Kanûnê de diçe ser textê xwe û vê rojê li asîmanan stêrkek dixuyê. Kesê serçavê wî reşkirî, wekî  padşahê nû tê zanîn. Kesê brû jî padşah e. Bûk jî cîhanê temsîl dike û nîşan dide ku ev cîhan cîhaneke demborî ye.    ‘ROJA XIZANA YE'    Li Dersimê, îsal jî li navenda Dersim, li navçe û gundên wê hat pîrozkirin. Hunermend Metîn Kahraman jî tev li çalakiyên Gaxanê bû.    Kahraman, anî ziman ku Gaxan destpêka salnameya îbadetê ya Dersimê ye û maneya wê jî verêkirina sala kevn û pêşwazîkirina sala nû ye. Kahraman, destnîşan kir ku di heman wextê de Gaxan çalakiyeke piştevaniyê ye jî û dibe wesîleya bibîrxistina xizanan jî. Kahraman, got: "Gaxan, Xizir û heftomal e. Yanî serdemeke meyî îbadetê ye ku 3 mehan didome. Ev rîtuel 21'ê Kanûnê de dest pê dikin û heta 21'ê Adarê didomin. Di vê serdemê de pîr, raywer û murşîd diçin cem talibên xwe. Di 21'ê Kanûnê d exane tên paqijkirin. Çimkî ta payîn ku di navbera 21'ê Kanûn û 21'ê Adarê de Xizir dibe mêvanê xaneyan".    ‘ARMANC ZÎNDEKIRINA ÇANDA ME YE'    Kahraman, anî ziman ku ji bo wan çiya û deşt pîroz in û got, bi Gaxanê wê çerxa nûwaze ya xwezayê jî pîroz dikin. Kahraman, got: "Gaxan li ber jibîrbûyînê ye. Berê li gundan dihat pîrozkirin. Lê di çend salên dawî de hema bêje li her derî tê pîrozkirin. Armanca me jî em vê çandê ji nû ve bibîr bixin û zînde bikin. Bila di sala nû de ji bo welatê me bibe wesîleya aştî, aramî û demokrasiyê. Bila bibe wesîleya berdana hunermend û siyasetmedarên girtî û tevahiya girtiyan".    MA / Semra Tûran