Şaredarê ji ber tirsa qeyûm îstifa kir tabelaya kurdî daxist 2019-12-31 09:20:45 ÊLIH - Şaredarê bajaroka Bekirhanê yê navçeya Hezoyê Firat Karabûlût ku ji ber tisa qeyûm ji HDP'ê îstifa kir, tabelaya kurdî ya şaredariyê jî daxist.  Şaredarê bajaroka Şaredariya Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê Firat Karabûlût, ji ber tirsa qeyûm di 20'ê Mijdarê de ji HDP'ê îstifa kir. Tê gotin piştî îstifakirinê, qeymeqamê navçeyê jê re gotiye "Îstifakirin tenê nabe, divê tu daxuyaniyekê jî bidî". Li ser vê Karabûlût, di rojnameyeke herêmî ya Êlihê de ku nêzî îQtîdarê ye daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Di temenekî ciwan de daxilî nav siyaetê bûm û bi ser ketim. Di vî 8 mehî de, di nav tuzuka HDP'ê de min hin tiştên ne li gor dilê xwe dîtin û siyaseta HDP'ê ya li herêma me ne li gor malbata me û gelê me ye. Mesela pergala hevserokatiyê, ne li gor me ye. Ji ber vê min ji HDP'ê îstifa kir. Tu têkiliyeke min bi partiyê re nemaye. Ez ê bi awayekî serbixwe xizmeta gelê Bekirhanê bikim". Piştî îstifaya Karabûlût, di 10'ê Kanûnê de Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Salîm Kaplan jî daxuyaniyek dabû û gotibû: "Ji ber ku Karabûlût li ber gefxwarina qeyûm a AKP'ê serî tewandiye îstifa kiriye". Karabûlût piştî îstifa kir, ewilî tabelaya kurdî ya şaredariyê daxist. Li ser vê endamên meclîsa şaredariyê û Hevşaredar Gulîstan Sonuk bertek nîşandan û bang li Karabûlût kirin ku îstifa bike.    'SERÎ TEWAND'    Hevşaredar Gulîstan Sonuk, destnîşan kir ku tişta qewimiye pratîka qeyûm e. Sonuk, bibîr xist ku gelê Bekirhanê raya xw enedaye kesekî daye partiyê û got: "Beriya hilbijartinê namzet hemû pergala hevserokatiyê ya partiyê qebûl kirine. Gel, raya xwe nedaye kesekî daye HDP'ê". Sonuk, bilêv kir ku di dema hilbijartinê de li se rnavê HDP'ê xebitîne û got: "Piştî hilbijartinê Karabûlût, ket nav liv û tevgerinê cuda. Pêşî xwest rantekê bi dest bixe. Lê me nehişt. Gava fêm kir wê rantekê bi dest nexe, li ber tirsa qeyûm serî tewand. Dibêje pergala hevserokatiyê ne li gor min e û loma min îstifa kiriye.Rastiyê berovajî dike. Ev ne rast e, serî tewandiye. A rast tirsa wî ye".    Karabûlût, got: "Ji jorê de talîmata didinê. Kesekî bêwesf e. Ji bo berjewendiyên xwe dixwaze vîna gel bilewitîne. Gava mirov carekê daxilî nav şaşiyan bibe, ew şaşî didomin. Karabûlût bi tena serê wxe nikare wê tabeleyê daxîne. Talîmat ji jorê jê re hatine. Lê ne em ne jî gelê me vê ekê qebûl nake. Em ê mafê xwe yê demokratîk bi kar bîjin û wê tabeleyê deynin cihê wê".    'EM Ê XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN'    Endamê Meclîsa Şaredariyê Recep Sûnar jî got: "Hûn doza çi li zimanê vî gelî dikin. Karabûlût ne vîna vî gelî ye. Li ber polîtîkayên qeyûm çok daniye. AKP bi xwe jî van tiştan qebûl nake. Çimkî AKP, pêşî kurdîbûna xwe li paş xwe dihêle. Karê wî yê ewil jî daxistina tabelayê bû. Kurdî, zimanê vî gelî ye, kes nikare qedexe bike. Ne heqê tu kesî ye jî ku vî gelî ceza bike. Em ê xwedî li zimanê xwe derkevin."    MA / Metîn Yoksû