ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-31 09:00:27 * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, tecrîda li Îmraliyê nirxand. Ocalan, destnîşan kir ku divê tecrîd bi dewleta tirk tenê neyê sînordarkirin û got: "Tenê dewleta tirk kurdan qir nake. Ev rewş ji hêla NATO û hêzên navdewletî ve jî hatiye pejirandin".  * Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriyê axivî û got: "Ocalan ji bo çareseriya qrîza pergalê pêşniyarên giring kirin. “Rojava bi felsefeya Ocalan bi teşe bû. Têkoşîna Ocalan a ji bo aştiyê, li dijî Qrîza kapitalist çareserî ye."    * Şaredarê bajaroka Bekirhanê yê navçeya Hezoyê Firat Karabûlût ku ji ber tisa qeyûm ji HDP'ê îstifa kir, tabelaya kurdî ya şaredariyê jî daxist.    * Hevşaredarên Şaredariya Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç hatibûn girtin. Piştî hatin girtin îdianameya wan hat amadekirin. Di îdianameyê de deftera nîşeyan ku hevşaredar navê kesên ku guh li pirsgirêkên wan kiribûn tê de nivîsandibûn û muzîkên ku guhdar kirine sûc hatin hesibandin.    * Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, diyar kir ku wê hejmara kesên ji AKP'ê veqetin zêdetir bibe û got, hindik maye partiya îktîdarê belawela bibe.    * Yek ji rîtuelên sersalê jî "Kal Gaxan" e. Her çend hindik maye bê jibîrkirin jî, lê belê ev çend sal e hêdî hêdî tê pîrozkirin. Hunermend Metîn Kahraman, anî ziman ku armanca wan zîndekirina vê çanda qedîm e û got, hêvîdar e ku sala nû bibe wesîleya aştî, aramî û demokarsiyê.    * Rewşa girtiyên nexweş veguheriye kangrenê. Di 2019’an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. ÎHD û CÎST’ê di nava salê de 7 hezar serlêdan ji bo Wezareta Dadê û CTE kirin, lê bi hênceta “pêwîste lêkolînên taybet were kirin” bêbersiv hiştin.    * Komeleya MEBYA-DER'ê ya Amedê dê têkildarî binpêkirina mafên mirovan li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)