Tosûn têkildarî qetilkirina Can pêşnûmepirs da Meclisê 2019-12-30 15:41:29   AMED - Parlamentera HDP'ê Remziya Tosûn, qetilkirina endezyar Cîhan Can a bi maşîneya zirxî ya polisan, bi pêşnûmerpirsekê bir rojeva Meclisê.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziya Tosûn, qetilkirina endezyar Cîhan Can a di 27'ê Kanûnê de ya bi maşîneya zirxî ya polisan, bi pêşnûmerpirsekê bir rojeva Meclisê û ji serokatiya Meclisê daxwaz kir ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsên wê yên têkildarî mijarê bibersivîne.   Parlamenter Tosûn ev birs ji Soylû kirin:    “* Derbarê polisê ku bi maşîneya zirxî li Cîhan Can qelibî û bû sedema mirina wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?    * Hejmara kesên ku di 10 salên dawîn de maşîneyên zirxî li wan qelibîne û jiyana xwe ji dest dane çend in? Li gorî bajaran rewşa vê yekê çawa ye?    * Di 10 salan de qezayên ku bi maşîneyên zirxî pêk hatin çend in? Lêpirsînên ku derbarê van qezayan de pêk hatine di kîjan astê de ne?    * Hejmara maşîneyên zirxî ku ji aliyê polisan ve bi awayekî aktîf tên bikaranîn çend in? Belavbûna van maşîneyan li gorî bajaran çawa ye?    * Ji aliyê wezareta we ve xebateke ku ji bo astengkirina van qezayên ku timik li bajaran kurdan pêk tên hatiye destpêkirin heye?