Girtiyê bi destûr derket mirovek birîndar kir 2019-12-30 15:15:26   AMED - Girtî Bayram Y., ê bi destûr ji girtîgehê derket, welatî Şehmus Kizil bi giranî birîndar kir.    Girtî Bayram Y., yê ji Girtîgeha Amedê ya li navçeya Peyasê ya Amedê girtî bû, bi destûr derket û çû Şehmus Kizil ku tê îdîakirin xwîniyê hev in gule berda serê wî û bi giranî birîndar kir. Piştî şahidên bûyerê agahî dan Xeta 112'an a tenduristiyê, polis û yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê. Şehmus Kizil rakirin nexweşxaneyê û hat diyar kirin ku rewşa Kizil giran e. Dermankirina Kizil li nexweşxaneyê didome.    Bayram Y., ku Kizil bi giranî birîndar kir ji cihê bûyerê reviya. Ji bo Bayram Y. bê girtin operasyon hat destpêkirin.