ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-10 09:00:31   *  Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di ziyareta Yunanistanê de xwest serdestiya xwe ya li ser gravên Egeyê pêk bîne û got “Em Lozanê nûjen bikin". Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di Newroza 2010'an de gotibû 'Em di navbera kurd û tirkan de peymanek nû çêkin û peymana Lozanê nûjen bikin." Peyama Ocalan û peyama Erdogan a der barê Lozanê de ku dijberî hevin, niqaşên nû bi xwere anî.    * Nûnera Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) ya Stenbolê Umît Efe, diyar kir ku berê li Tirkiye tundî veşari dihat kirin, lê di serdema niha de aşkere tê kirin û wiha got: "Niha bi roj panzêr zarokan dipelçiqînin. Mirov li Mugla tên tazîkirin û rastî îşkenceyê tên. Beden tên fîşkirin û serî tên şikandin."    * 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Hatayê îdîanameya Rojnameger û nûçegîhanê dîhaberê Erdogan Alayumat qebûl kir. Danişîna doza Alayumat dê di 2'ê Sibata 2018'an de bê dîtin. Parêzerê Alayumat Prz. Tugay Bek, diyar kir ku pîşeya rojnamegeriyê tê darizandin.      * Mele Yusuf Andan demek direj e bi karê meletiyê re eleqedar e û 28 sal e cenazeyên endamên HPG’ê defin dike. Adnan nerazîbûn nîşanê astengiyên li dijî cenazeyên endamên HPG'ê da û wiha got: “Pêkanînên li dijî cenazeyan biryarek siyasî ye. Polîs û leşkerên bi çekan li ser serê me disekinin. Lê heta wê dikin bila bên em bi hev re cenazeyan defin bikin. Ew jî ji vê berpirsyar in..”   * Hevjîn Zelîha û Necdet Cankurtaran ên 21 sal berê ji ber bêkariyê, ji Sêwaz û Geverê koçî Stenbolê kirin, piştî fêrî karê tekstîl û dirûnê bûn, vegeriyan gundê Kerpêlê û kargeriya dirûnê vekirin. Zelîha û Necdet bi maşîneyek dirûnê kargerî vekirin niha 35 jin karê dirûnê dikin.    * Di sala 2013'an de di bûyerekê de milê Îhsan Ekîncî qut bû, bi îdiaya "Bembe avêtiye polîs" 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê birîrin. Ekîncî di sala 2016'an de careke din hat girtin, vê carê "Di pevçûna li çiyê de milê wî qut bû" û ji "Endamtiya rêxistinê" ceza tê xwestin.   * Navenda Paşve Şandinê ya Penaberan a Harmandali ku der û dora wê bi dîwarê bilind, têlên bi strî hatiye pêçan ji dûr ve dişibe girtîgehan. Navenda ku girî û qerîna zarokan jê bilind dibe û malbatên li ber deriyê wargehê rawestiyane şertên dijwar ên penaberan li ber çavan radixe.   * Pirtûka  "Kapitalîzme Karşı Meydan Okumak II (Li dijî Modernîteya Kapîtalîst halan di hev dan II)" ji weşana Aramê hat çapkirin.    * Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê, bi minasebeta hefteya mafên mirovan dê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)   * THİV û ÎHD, bi minesabeta 10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan dê çalakiyan pêk bîne. (13.30-20.00)    * Bi tevlêbûna Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Gulistan Kiliç Koçyigit dê li Kocamustafapaşa şahiyek bê lidarxistin. (13.00)    * Parazvanên mafên mirovan ÎHD, TÎHV, Babora Amedê, Odeya Tabîban, Înîsiyatifa Mafan a Amedê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê Hefteya Mafên mirovan dê li avahiya li salona konferansê ya DESOB'ê sempozyuma mafên mirovan a 2 salan pêk bîne. (10.00-17.00)   * Komeleya Ekolojiyê ya Amedê û Platforma Ji Hilweşîna Sûrê re Na dê li Baxçeyê Hewselê bi rêxistinên civakî re bên cem hev. (13.00)   * Çalakiya Kolana Yukselê ya Em karê xwe paşve dixwazin dê di roja 397'an de berdewam bike. (13.30/18.00)   * Odeya Tabîban a Enqereyê bi minasesebat Hefteya Mafên Mirovan dê panela Îhlalên Mafên Mirovan û Rewşa girtîgehan pêk bîne. (13.00)