Malbatên Roboskî tên dadgehkirin: Ji miriyan jî tolê hildidin 2019-12-30 14:03:42 ŞIRNEX – Danişîna bi ferman a doza ji 16 ferdên malbatên Roboskî ku ji ber bîranîna sala 2015’an tên darizandin hat dîtin. Parêzeran got: “Ji miriyên gel tol tê xwestin.” Di bîranîna qûrbaniyên Roboskî ya sala 2015’an de ji ber 16 kesên ji malbatên Roboskî pankart vekirine “bi angaşta “propaganda rêxistinAê kirine” doz li wan hatibû vekirin. Danişîna bi ferman a doza Roboskiyan li Dadgeha Sizakirina Asliye ya Qilebanê hat dîtin. Tufan Saydam, Semîre Encu, Sevcan Encu, Bêrîvan Encu, Cîhan Encu, Muhsîn Yakut, Hanim Encu, Aysel Encu, Heybet Encu û Selcan Encu beşdarî danişînê bûn.    Parêzer jî di danişînê de amade bûn. Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê birayê wî di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû dozê şopand.    Piştî tespîta nasnemeyan yên derbarê wan de doz hatiye vekirin mafê axaftinê wergirtin. Şêniyên Roboskî angaştên derbarê xwe de red kirin û gotin ew ji bo xizm û zarokên xwe beşdarî bîranînê bûne.    'KAŞKIRINA ÎNSANAN NE SÛC E, BÎRANÎN SÛC E GELO?’    Paşê parêzeran parastin kir û diyar kirin ku bi vê dosyeyê dixwazin ji miriyên gel tolê hildin. Parêzeran kaşkirina cenazeyê Haci Bîrlîk ê li pey maşîneya zirxî li Şirnexê hat kişandin bibîr xistin û gotin: “Kaşkirina cenazeyek li pey panzêrê nabe sûc, lê gelo bîranîna miwekîlên me ji bo xizm û zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin dibe sûc?. Niha jî bîranîn dibin sûc û derdikevin pêşberî me.”    Parêzer got ew ê pişt re têkildarî dosyeyê parastinê bikin û xwestin miwekîlên wan werin beratkirin.    Dadgehê biryar da ku Cahîde Encu û Ayaz Encû yên beşdarî danişînê nebûne bi darê zorê wan bînin danişînê.    Danişîna ewil a doza 16 şêniyên Roboskî di 13’ê çileya 2020’an de li Dadgeha Sizayya Giran a Şirenxê were dîtin.