Cezayê pere li bav û kurê ku pezkoviyan qetil kiribûn hat birîn 2019-12-30 13:10:47   DERSIM - 50 hezar TL cezayê pere li bav û kurê ku li navçeya Çemîşgezekê 2 pezkoviyan qetil kiribûn, hat birîn   Cezayê pere li bav û kurê ku li navçeya Çemîşgezekê ya Dersimê 2 pezkoviyan qetil kiribûn û parçe parçe kiribûn, hat birîn. Hat diyarkirin ku 50 hezar TL cezayê pere li wan hatiye birîn. Her wiha derbarê kesekê bi traktora xwe alîkariya wan kiribû de jî lêpirsîn hat destpêkirin.