Jina ku hat angaştkirin întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da 2019-12-30 13:10:18   ÇEWLIK - Merve K. ku hat angaştkirin întîxar kiriye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Çewlikê, Merve K. (17) ku hat angaştkirin xwe ji ser Pira Çapakçûr avêtiye û întîxar kiriye, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Duh serê sibehê K ji aliyê hin kesan ve hatibû ferqkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê û ji vir jî rakiribûn Nrxweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê. Li gel hemû mudaxaleyan jî K nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.