Zilamê ku keça wê tacîz kir girt 2019-12-30 12:45:57   STENBOL - Li navçeya Pendîke jinek dema ku di dormîşê de rêwîtê dikir, zilamekî ku kuça wê tacîz kir girt.   Li navçeya Pendîkê ya Stenbolê,  jinek dema ku di dormîşê de bi keça xwe re rêwîtê dikir, keça we ji aliyê zilamekî ve hat tacîzkirin. Jinê, zilamê ku kuça wê tacîz kir ferk kir û bi kulman lê da. Dema ku zilam xwest ji dormîşê pêya bibe û bireve, hat girtin û di dormîşê de hat rawestandin. Rewş ji polisan re hat ragihandin û zilamê tacîzker hat binçavkirin.