Mamosteya jin li mala xwe mirî hat dîtin 2019-12-30 12:45:30   WAN – Li Erdîşê mamosteya bi navê Bîlge Erbaş li mala xwe mirî hat dîtin.    Li navçeya Erdîşa Wanê mamosteya felsefeye Bîlge Erbaş (27) li mala xwe ya li taxa Sahîlkentê mirî hat dîtin. Du roj ji Erbaş agahî nedihat wergirtin. Duh hevalên Erbaş agahî dan polîsan û li ser vê yekê polîs çûn malê û derî şikandin ketin hundir. Cenazeyê Erbaş li malê hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.