Rêveberê HDP'ê yên Artvînê hatin berdan 2017-12-09 22:42:44   ARTVÎN - Rêveberê HDP'ê yê navçeya Hopa ya Artvînê Nivîskar Cemîl Aksû û Endama Meclîsa Jinan a Sosyalîst Nûrcan Vayîç Aksû yên hatibûn girtin hatin berdan.    Li navçeya Hopa ya Artvînê Endama Meclisa Jinan a Sosyalîst Nurcan Vayiç Aksu û hevserê wê di heman demê de Hevserokê HDP'ê yê Hopa nivîskar Cemil Aksu hatin berdan. Di 19'ê Cotmehe de li navçeya Hopa bi sedema parvekirinên medya civakî Nurcan Vayiç Aksu hatibû binçavkirin. Li qada Cumhuriyetê jî koma ji 20 kesan pêk dihat ji bo piştgiriyê çalakî pêk anîbûn. Nurcan Vayiç Aksu di 24'ê Cotmehê de hat girtin û Hevserê wê Hevserokê HDP'ê yê Hopa  Cemil Aksu jî bi sedema parvekirina medya civakî 2 roj şûnde hat girtin. Cemîl Aksu û Nûrcan Vayîç Aksû li ser îtîrazê hatin berdan.