Li Çewlikê jineke ku hat angatşkirin întîxar kiriye rakirin nexweşxaneyê 2019-12-30 10:17:39   ÇEWLIK - Li Çewlikê, hat angaştkirin ku jina ciwan a bi navê Merve K. întîxar kiriye. Hat hînbûn ku talûkeya mirinê ya K ku rakirina nexweşxaneyê heye.    Hat angaştkirin ku Merve K. ku li Çewlikê dijî, duh li Pira Çapakçûr întîxar kiriye. Ambûlans hat cihê bûyerê û Merve K. rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê. Ji vir jî sewqî Xarpêtê hat kirin. K ku rewşa wê giran e tedawiya wê berdewam dike.    Di 28'ê Kanûnê de jî hatibû angaştkirin ku jina ciwan a bi Helîn Yuce (17) jî qata 5'an xwe avêtibû û dawî li jiyana xwe anîbû. Di nav rojan de li bajar jinek dawî li jiyana xwe anî û jinek jî întîxar kir.