Malbat ji ‘tîmê îknayê' bêzar in 2019-12-30 09:00:44 MÊRDÎN - Li Mêrdînê "Tîmê îknayê" yên ku ji aliyê Miduriyeta Polîsan û Fermandariya Cendirmeyan ve hatiye avakirin, li malbatên ku zarokên wan tev li PKK'ê bûne digerin û wan bêzar dikin dikin. Ji wan dixwazin ku zarokên wan teslîm bibin. Malbatan anîn ziman ku ev tîmê hatiye avakirin wan bêzar dikin û bertekên xwe anin ziman.    "Tîmê Îknayê" ku ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê û Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê ve hatiye avakirin, bi telefonê li nava bajar li malblatên ku zarokên wan tev li PKK'ê bûne digerin û ji malbatan dixwazin ku zarokên xwe teslîm bikin. "Tîma Îknayê" ku bi telefonan li malbatan digerin, ji malbatan dixwazin ku biçin midûriyeta polîsan û fermandariya cendirmeyan îfade bidin û bi telefonan malbatan tacîz dikin. Malbatan diyar kirin ku ligel daxwaza vê tîma îknayê red dikin jî dîsa gelek caran li ser hev li wan digerin û malbatan bêzar dikin.    Malbatên ku polîs û esker li wan digerin û wan bêzar dikin agahî dan. Malbatek ku navê xwe neda, anî ziman ku bê navber polis û esker wan bêzar dikin û wiha got: "Kesekî ku xwe wekî kesê ji Şaxa TEM'ê ya Mêrdînê digere pênase kir, bi telefona 0505318**** geriya. Kesê li me digerin dixwazin em biçin heta midûriyeta polîsan. Dema em naxazin biçin jî diyar dikin ku der barê zarokên me de agahî stendine. Me ji wan re got zarokên me bi daxwaza xwe tev li PKK'ê bûne û bi salan e di nava PKK'ê de ne. Lê dîsa ji me xwestin ku em biçin zarokên xwe îkna bikin û bixwazin ku zarokên me teslîm bibin. Me got piştî zarokên me çûn em agahî ji wan nagirin em nizanin em dê çawa xwe bigînin wan. Lê dîsa israr kirin ku em bi wan re hevdîtin dikin ya na? Piştî ku min bertek nîşanî wan da bi israr xwest bi min re hevdîtin bike. Piştî min ev yek red kir, roja dîn dîsa li min geriya. Em naxwazin kes me bêzar bikin."    Malbatên din jî diyar kirin ku heman kes bi heman nûmarayê li wan geriya ne û we bêzar kirine.