ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-30 09:00:11 * Nivîskar Osman Ozçelîk diyar kir ku xebatên Tora Ziman û Çandan li dijî asîmîlasyona çand û zimanê xebatek girîng e û got: “Heke hişmendiya ziman tune be, dê hişmendiya neteweyî jî ewqas lawaz be.” * Welatê Lîbya ku di aliyê erdnîgarî û çavkaniyên enerjiyê de pir dewlemend e, di rojên dawî de çavê welatên cîhanê li ser wê ye. Serokomar Erdogan jî armanc dike ku teskereyê derxe û eskeran bişîne Lîbyayê. Her welatek li ser Lîbya hesabeki dike û gelek welatên hevkarin di mijara Lîbya de tên hemberî hev.    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku 21 salin li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd heye û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn e."    * Parlamenterê CHP'ê Ozgur Karabat, polîtîkaya AKP'ê û plana Kanal Îstanbul dirxand û wiha got: “Di demên bere de dema hikûmdarên zordar dema bajarek dagir dikir an jî dawî li îqtîdara wan dihat, talan  û wêran dikir û wiha ji wî bajarê derdiketin. Niha helwesta AKP’ê jî wisa ye. Hildiweşîne û diçe.    Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku li ser girtiyên nexweş hiqûqa dijminantiyê heye û wiha got: "Raste li Tirkiyeyê cezayê îdamê tune, lê bi awayekî fîîlî ev ceza di meriyetê de ye. Heta ku mirov dimirin jî nayên berdan."    * Danişîna doza der barê malbatên ku piştî Komkujiya Roboskî ya 34 kesan jiyana xwe ji dest dan çalakî li dar xistibûn û doz li wan hatibû vekirin, dê li Edliyeya Şirnexê bê dîtin. (10.30)   * Li Şirnexê dê ji bo Dengbêj Salihê Şirnexî yê di qedexe û dorpêça Navçeya Sîlopî ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, bernameya bîranînê bê li darxistin. (13.00)   * Platforka Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê dê li peş Kuleya Saetê li dijî projeya Kanal İstanbul daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14:00)