Eskeran karker bi zorê ji çadiran derxistin çadirê wan hilşandin 2019-12-29 21:54:11   EDENE - Li Edeneyê piştî bi biryara Walîtiya Edeneyê çadirên hin karkerên çadiniyê hatin hilşandin, îro jî eskeran bi zorê çadirên karkeran ên mayî jî hilşandin.    Walîtiya Edeneye di 27'ê kanûnê de piştî lehî rabûbû, li ser rêya Tûzla ya navçeya Karataş a Edeneyê çend çadirên karkeran hilşandibûn û karker ji herêmê derxistibûn. Îro jî eskeran bi zorê karkerên li dora qanala Karagoçer û Çavuşlu dijîn, ji çadirên wan derxistin û çadirê wan hilşandin. Bi sedan eskerên hatin herema Karagoçer û Çavuşlu bi maşîneyên kar çadirên karkeran hilşandin. Welatiyan bertek nişanî biryara walîtyê dan û diyar kirin ku cihekî biçin lê bicih bibin tune ye.