SOHR: 300 çekdarên girêdayî Tirkiye gihîştin Lîbyayê 2019-12-29 15:43:34   NAVENDA NÛÇEYAN  - Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 300 endamên hêzên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê gihîştin Lîbyayê û nêzî hezar hêzên çekdar li baregehên Tirkiyeyê amadekariyê dikin ku di rojên pêş de biçin Terablusê.   Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hejmara endamên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê yên gihîştin paytexta Lîbyayê Terablusê 300 kes in. Hejmara hêzên çekdar ku ji bo perwerdeyê gihîştine baregehên Tirkiyê nêzî hezar kesan in. Navendê diyar kir ku çekdarên ku dê biçin Lîbyayê peymaneke 3 an jî 6 mehî bi Tirkiyeyê re îmze bikin û ji 2 hezar heta 2 hezar û 500 dolarî pereyan bistînin. Her ku dema peymanê dirêj bibe, pereyên ku distînin jî zêde dibin. Destnîşan kir ku hejmara mezin ji çekdar û leşkerên ku gihîştine Lîbyayê ji koma bi navê Tevgera Hezim in ku beriya çend salan hate jihevxistin.   Li gorî qeydên deng ên hatine bidestxistin, diyar dibe ku hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê bi komeke çekdaran re diaxive û dipirse ka amade ne sibê ji Efrînê berê xwe bidin Terablusê yan na û wiha dibêje: "Em ê saet di 10`ê sibehê de ji Efrînê derkevin."   Navendê her wiha diyar kir ku çete li herêma Selah El-Dîn ku deriyê başûr ê têketina paytexta Lîbyayê ye û yek ji herêmên dewlemedan e, kom dibin. Hate destnîşankirin ku di vîdeoyên ku bi dest xistine de diyar dibe ku ku çete li baregeha El-Tekbalî ku berê girêdayî artêşa Lîbyayê bû û niha di bin kontrola Tirkiyê de ye, kom bûne û diyar dibe ku ji beriya nêzî mehekê ve li wê baregehê amadekarî tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye amadekariya pêşwazîkirina komên çekdar dike.