Li Bûrsayê 34 kesên li Roboskî hatin kuştin bi bîr anîn 2019-12-29 13:10:17   BÛRSA - Endam û rêveberên HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Yildirim a Bûrsayê di 8'emîn salvegera komkujiya Roboskî de, 34 kesên bi balafirên şer ên TSK'ê hatin kuştin bi bernameyekê bibîr anîn.    Di 28'ê Kanûna 2011’an de balafirên şer ên TSK'ê yên F-16 li ser gundê Roboskê bombe barandibûn. Di êrîşa balafiran de 19 jê zarok 34 welatiyên Roboskî hatibûn qetilkirin. Rêxistina HDP'ê li avahiya HDP'ê ya Navçeya Yildirim a Bûrsayê ji bo 34 kesên hatin kuştin bernameyek li dar xist. Gelek endam û rêveberên HDP'ê tev li bernameya bîranînê bûn. Di bernameyê de Hevserokê HDP'ê Erol Berke, diyar kir ku ji roja komkujî pêk hatiye heta niha zextên li ser Roboskî kêm nebûne û wiha got: "Her ku edaletê dixwazin bêtir rastî zilmê tên. Li vê herêma Roboskî 8 salin operasyonên eskerî û bombebaranê berdewam kir. Ji bo berpirsiyarê vê komkujiyê bên darizandin em ê heta dawî têbikoşin." Bername bi pêşandana sînevîzyonê bi dawî bû.