Hevşaredarê Kopê yê girtî sewqî Mereşê kirin 2019-12-29 13:04:12   MÛŞ - Hevşaredarê Kopê yê Mûşê Adnan Topçu ku hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî kirin ji Mûşê sewqî Mereşê kirin.    Hevşaredarê Kopê yê Mûşê Adnan Topçu di 17'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin û roja din qeyûm tayînî şûna wî kiribûn. Topçû piştre bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye" û “Propaganda rêxistinê kiriye" hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Hevşaredarê HDP’î yê Kopê Topçu, ku li Mûşê du hucreya yek kesî de dihat girtin, piştre sewqî Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê kirin.