Foza: Destkeftiya heri mezin a îsal avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû 2019-12-29 12:46:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 sal in di nava şoreşê de ne û got: "Destkeftiyên jinan a herî mezin, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Dîsa jinan bi şerê li dijî DAIŞ’ê û tevlêbûna çalakiyên li dijî dagirkeriyê serkeftinên dirokî nîşan dan. Jinan bi tekoşîna xwe pêşengiya şoreşa civakê kir."    Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif, der barê pêşketin û xebatên jinan ên di sala 2019’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Foza Yusif,  pirsên Rojnameger Nejbîr Osman û Îsam Abdullah ên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bersivandin û li ser destkeftiyên jinan rawestiya.    Foza Yûsif, anî ziman ku di 8 salên dawî de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem di rewşeke şoreşê de bûn û got: “Ji bo bilindkirina asta têkoşînê jinan her sal gavên nû avêtin. Li gorî min yek ji deskeftiyên herî girîng ên jinan ên vê salê, avakirina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ev gaveke dîrokî bû. Ji ber ku ev meclis ji bo avakirina nêrîneke hevbeş a jinan ku bikarin di çalakiya guhertina civakî de rol bilîzin, dixebite. Helbet bi tevlêbûna piraniya rêxistinên jinan di vê meclisê de, dê şûna parlemtoya jinan bigire. Ji ber ku dê hemû dozên jinan û dozên din bi nêrîneke din werin dîtin û nîqaşkirin. Dê jin karibin ku di çalakiya avakirina civakî, siyasî û çandî de bibin hêzeke aktîf.”   'JIN LI DIJÎ DAIŞ’Ê BI SER KETIN'    Foza Yûsif, anî ziman ku yek ji destkeftiyên din ên dîrokî yên jinan jî serkeftina YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê ye û wiha got: “Tevlêbûna şerê li dijî DAIŞ’ê ji bo jinan serkeftineke girîng bû. YPJ’ê tola hemû jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî tecawiz, firotin û tundiyê hatine, rakir. Em vê serkeftina jinan a li dijî terorê ku zîhniyeta baviksalariyê ya hezaran salan temsîl dike, girîng dibînin. Helbet berxwedana şervanên jin ên di nava refên HSD’ê de li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê girîng û pîroz bû. Her wiha berxwedana Ronahî, Zîn û bi dehan hevrêyên wan cîhan hejand. Şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef û dayika Aqîdeyê bandoreke mezin li wijdanê mirovahiyê kir. Bi vê re careke din ji cîhanê re tekez kir ku Erdogan dijminê jinan e, ew DAIŞ’î ye û li dijî her tevgereke rizgariyê ya demokratîk e.”   ‘DAYIK Û BAV MAMOSTE NE'    Yûsif, destnîşan kir ku girîng e ku pêngavên hişmendiya civakê bi hemû pêkhateyên wê ve werin pêşxistin û wiha berdewam kir: "Her ku jin û mêrên civakekê zana, demokratîk û kesayetên têgihiştî bin, ew qasî civakeke bitendurist derdikeve holê. Ji bo gihandina mirovan malbat girîng e. Dibistana yekemîn e. Ev dibistan divê bi awayekî domdar were pêşxistin ji ber ku dayik û bav mamosteyên wê ne. Mamosteyên ne serkeftî nikarin nifşekî serkeftî biafirînin.”   Yûsif, li ser jiyana pêwist jî rawestiya û wiha pêde çû: "Divê bê zanîn em çawa bijîn, bi hev re didin û distînin û em çawa jiyaneke malbatî ya pêşketî ava bikin. Her wiha divê em têkiliyên xwe yên malbatî ji nû ve bi rêxistin bikin. Weke hemû saziyên din, ji ber paşketina di mêjiyê me de malbat jî xwedî aloziyeke ruhî ya mezin e. Gelek sedemên din jî hene. Ji ber vê di têkiliya jin û mêran de pêwîstiya me bi pîvanên nû heye. Divê em li dijî diyardeya tundiya di malbatê de li dijî jinan, têkoşînê bikin. Her wiha divê em bizanin ku doza rizgariya jinan doza mêran jî. Ji ber ku mêrê ku rêzê li hemberî xwe digire û deyerê dide jiyana xwe, divê bi jineke xwedî îrade, azad û têgihîştî re bijî. Yan jî jiyana bi xizmetkarekê re nayê wateya hevaltiyê, lê belê dê di çarçoveya têkiliya di navbera kole û xwediyê wê de bimîne. Ev jî sedema bingehîn a paşketina civakên me ye.”   LEHENGAN LEHENG WELIDANDIN'   Yûsif, di dirêjiya axaftina xwe de li ser rola jinan a di çalakiyan de jî rawestiya û wiha axivî: "Çalakî û xwepêşandanên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta tirk de, beşdarbûneke jinan a balkêş hebû. Bi vê boneyê em dibêjin dayikên şehîdan bi helwestên xwe yên wêrek û xweragirtina li dijî dagirkeriyê, bûn nîşana şeref û rûmetê. Pêşwazîkirina zarokên xwe yên şehîd bi tilîliyan hêzeke mezin da berxwedêrên Berxwedana Rûmetê û careke din îspat kir ku ew lehengên ku leheng afirandine. Erdogan û çeteyên xwe ji jina azad, wêrek û zana ditirsin. Ji ber ku li ser sîstema wan a paşketî ku jina bê îrade û kole û mêrê zordar esas digire, gefan çêdike. Ew ne tenê ji hêza me weke jin ditirsin, lê belê heta ji cenazeyên me jî ditirstin û tola xwe ji cenazeyên şehîdên me hiltînin û bi wan dilîzin. Weke ku bi cenazeyê şehîd  Barîn Kobanê lîstin û Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin. Kîna wan li dijî jinan pir mezin e.”   'JIN LI TEVAHIYA CÎHANÊ BI BANDOR IN'   Yûsif herî dawî bal kişand ser bandora jinê ya cîhanê û got: “Ew wek şevşevok (baçermok/pirçemek) in. Ji ronahiyê ditirsin, di tariyê de dijîn û di tariyê de dimirin. Dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji sîstema me ya demokratîk hilînin. Dizanin ku jin bingeha sîstema me ya civakî ye û kolekirina jinan rêya dûrxistina civakan e. Ji ber vê hedefgirtina jinan ne tesadûf e, lê belê xwe dispêre îdeolojî û siyaseta ku partiya AKP`ê esas digire. Hêza jinan li tevahiya cîhanê bandor kir û bû meşaleyeke ku hemî azadîxwaz li dorê kom dibin. Ji ber yekê dixwazin vê meşaleyê vemirînin û hêviya jinan bişikînin. Lê belê şoreşa jinan bi israra mayîn û pêşketinê dewam dike, her wiha hedefgirtina jinan îradeya me têk nabe û tekez dike ku em di rêya rast de ne. Bi rêveberiya jinan re me şoreşeke civakî pêk anî. Tu hêz nikare ku hêviyên me yên jiyana azad û birûmet têk bibe. Ji ber vê tecawiz û lîstina bi cenazeyên jinên me, nikare me paşve vegerîne. Lê belê dê hêzeke mezintir bide me ku em rêya xwe dewam bikin. Sala 2020`an dê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.”