Hevşaredara Gimgimê ya girtî sewqî Osmaniyeyê kirin 2019-12-29 11:15:21   OSMANIYE - 9 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê sewqî girtîgehên din kirin. Li aliyê din Hevşaredara Girtî ya Gimgimê Ulku Karaaslan jî ji Mûşê sewgî Girtîgeha Osmaniyeyê kirin.    Girtî Hasan Muhammed Îbîş, Yildirim Kiş, Adem Amaç, Mehmet Kilinç, Zenar Demîr, Suleyman Saçak, Mehmet Selîm Suer, Mehmet Emin Dal û Sedat Karak ên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, di 26'ê Kanûnê de sewqî girtîgehên cuda kirin. Ji 9 girtiyan hinek ji wan sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Maraşê kirin. Lê nehat zanîn ku girtiyên din sewqî girtîgehên ku kirine.    Li aliyê din di 26'ê Kanûnê de Hevşaredara Girtî ya Gimgimê Ulku Karaaslan jî ji Mûşê sewgî Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Osmaniyeyê kirin.