Gundiyên ji ber ocaxa qûmê li ber xwe didin: Bi droneyan me dişopînin 2019-12-29 10:45:26   AMED - Li hêla Qerejdaxê, gundiyên li hemberî ocaxên qûmê li ber xwe didin, di bin dorpêça cendirmeyan de ne. Gundiyên bi droneyan tên şopandin, ji ber vê yekê bêzar bûne.    Li navçeya Çinar a Amedê, li gundê Darê yê li hêla Qerejdaxê gundî ji ber ocaxên qûmê bêzar bûne. Berê hatibû gotin qamyonên ji bo Fabrîkaya Çîmento ya Mêrdînê qûm dikişandin zirar dane goran û gor kolandine û birine. Lê vê carê jî zirarê didin mêrg û rêyên gundiyan û koncalên mezin çê bûne. Heywanên ku di van koncalan de wer dibin dimirin. Li ser vê gundiyan jî ji bo ocaxên qûmê bên rakirin û girti, kon vedan. Lê belê cendirmeyan konên gundiyan rakir û dora gund û ocaxên qûmê dorpêç kirin. Li vî gundê 70 mal lê hene nahêlin zarok jî biçin dibistanê û gund bi droneyan tê şopandin.    Salîh Ozpinar, anî ziman ku gelek heywanên wî di koncalên çê bûne de wer bûne û mirine. Ozpinar, diyar kir ku ocaxên qûmê qadên wan ê jiyanê û gorên wan texrîb kirine. Ozpinar, diyar kir ku dewlet ocaxê diparêze û got: "Koncalên mezin çê kirine. Heywanên me diçin wir, zarokên me diçin wir, ji ber vê em diqilqil in".    ‘DEREW E, PERE MERE NEDANE'    Mehmet Nûrî Ozpinar jî, diyar kir ku ocaxa qûmê ji sala 1978'an ve heye û got: "Gotin, ji bo gund e. Gotin, ji bo rêya gunda ye. Gotin, ji bo xizmetê ye. Em mexdûr bûne. Em debara xwe bi heywanan dikin. Aha li dor vî tepeyî heywanên me diçêriyan. Me bi traktoran cot dikir. Li derdora Çinarê çi qas qereqol û cerdevan hebin gişan êrîşî me kir. Me li wir kon vedabûn. Dewlet hatiye rêya me girtiye û bi ava şid êrîşî me dike".    Ozpinar, ji bo îdiayên ku tê gotin pere dane gundiyan jî got: "2 sal berê qeymeqam ji bo me mala şînê çê kiriye. ew jî hindik maye xira bibe. Li gund 70 mal hene û nifûsa me zêdetirî 600 kesî ye. Haya me jê tuneye ku erse kengî hatine firotin. Ev ocax ji sala 1978'an ve vekiriye. Wê çaxê me zanibûna me yê nehiştana".    SEWALVANÎ NEMA    Îsmaîl Tan jî diyar kir ku cihê ku ocaxa qûmê lê ye mêrg e û got, ew tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Tan, destnîşan kir ku zextên li ser gundê wan zêde bûne û got: "Êdî zarok nikarin biçin dibistanê jî. Rê hatine xerakirin. Sewalvanî nemaye. Gorên me xera kirin. Daxwaznameyên me tên windakirin. Kes bersivekê ande me û muxatabek tuneye".    Îbrahîm Ozpinar jî destnîşan kir ku li gund qadên jiyanê hatine talankirin û got, ev wexteke esekeran gund dorpêç kiriye. Ozpinar, diyar kir ku ji ber ocaxa qûmê naxwazin esker tim davêjin ser gundê wan û got: "Ji nîvê şevê heta sibehê panzêr, wesayîtênz zirxî ûd oren li gudn in. Gava em ji mal dertên, gava wesayîtek derbas bibe drone digerin. Cendirmeyan gund dorpêç kiriye. Beriya bavêjin ceryanê qut dikin. Gefan li gundiyan dixwin".    MA / Fethî Balaman