‘Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan 2019-12-29 09:51:00   WAN - Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz, diyar kir ku projeya Kanal Îstanbul, projeya talankirin û wêrankirinê ye û wiha got: "Hestiyariya ji bo Kanal Îstanbul hat nîşandan, heman hestiyarî ji bo Heskifê nehat nîşandan."     Serokê Rêveberiya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endesyarên Tirk (TMMOB) Emîn Koramaz, têkildarî polîtîkayên Hikûmetê yên têkildarî Kanal Îstanbul, û Heskifa ku di bin avê de tê hiştin ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Koramaz, anî ziman ku projeya Kanal Îstanbul, projeya talankirin û wêrankirinê ye û wiha got: "Ev proje ne li gorî aqil, zanistî û teknîkê ye. Projeya Kanal Îstanbul  projeya hilweşînê ye. Tu pêdiviya Stenbolê ji projeyek wisa tune ye. Dê talankirina ekolojiyê pêş bixe. Ger ku ev proje têkeve meriyetê êdî dê jiyan li Stenbolê biherime. Me wekî TMMOB'ê fikar û dijberiya xwe bi 12 xalan bi raya giştî re parve kiribû. Ev proje dê hemû qadên ava vexwarinê, qadên dar û ber tune bike. Ne pêkan e em ji vê projeyê re bêjin erê. Di heman demê de dê di qada aborî de jî aboriyê têk bibe. Em ji vê projeyê re dibêjin Na."    Koramaz, destnîşan kir ku projeya Kanal Îstanbul li Tirkiyeya ku di qrîzê de ye ji bo kesên din û welatên din bi armanca deriyê rantê veke hatiye amadekirin û wiha got: "Li vir tê armanc kirin ku ranta zevî û mîmarê ya heyî parve nekin. Divê bêyî dem derbas bibe ev proje bê betalkirin. Ji bo vê yekê têkildarî pêvajoya ÇED'ê TMMOB'ê doz vekiriye. Ji bo pêvajoya nû ya ÇED'ê dê dîsa dozê vekin. Tirkiye di nava qrîzê de ye. Dixwazin ve krîzê ji çavkaniyên derve re vekin. Dîsa dixwazin bi vê projeyê rojevê biguherin. Niha Îqtîdara siyasî di gelek qadan de bi Qrîzê re şer dike. Qrîza aborî, qrîza rêveberiyê, qirîsa polîtîkayên derve û gelek qrîzên din. Ji ber ku AKP ji van rojevan bêzar e niha rojevek din derdixe holê. Têkoşîna me ya li dijî vê projeyê dê bidome.    'EM LI DIJÎ HESKÎFÊ DERKETIBÛNA KANAL ÎSTANBUL AMADE NEDIKIRIN'    Koramaz, bal kişand ser rewşa Heskifê jî û wiha lê zêde kir: "Ger ku em li Heskifê xwedî derketibûna îro projeya Kanal Îstanbul nedihat amadekirin. Me wekî TMMOB'ê li dijî binavhiştina Heskifê bertekên pêwist nîşan neda. TMMOB, têkildarî Heskifê gelek dozan dişopîne. Dîsa têkildarî mijarê ji bo em cemaweriyê ronî bikin raporên me yên zanistî hene. Lê tevî hemû bertekan dîsa bendav hat amadekirin. Heskif ne ji bo aborî, ji bo siyasî xistin meriyetê. Ger ku bertek zêde bûya dê ev proje bihata betalkirin. Lê mixabin hestiyarî û bertekên li dijî Kanal Îstanbul ji bo Heskifê nehat nîşandan. Dema bajarên Anatoliya dibin mijar, berket zêde tune ye. Bertekên îro ji bo Kanal Îstanbûlê hatin şinadan ji bo Heskifê nehatin nîşandan. Ji ber vê yekê îro mixabin Heskif û warên dîrokî di bin avê de tê hiştin."    Koramaz, anî ziman ku aboriya Tirkiye demek dirêj e ne li ser hilberîn û razemeniyê, li ser ranta zeviyan û derdorê înşaet û finansê pêş dikeve û wiha lê zêde kir: "Ferazeta aboriya hikûmetê mixabin çavkaniyên xwezayî, çandî dirokî, zozan, mêrg, daristan û qadên cemaweriyê arizî dike û pêşkêşî şîrket û sermayedaran dike. Yê 17 salin welat bi rêve dibe îqtîdara AKP'ê ye. Îqtîdara AKP'ê piyasa aborî û piyasê li ser vê hişmendiyê ava kiriye. AKP, bi tu awayî li gel guhdar nake. Ji ber ku îqtîdara AKP'ê îqtîdara sermayedaran e."    Niha 450 milyar dolar deynê Tirkiye yê derve heye. Bedelê vê yekê xelkê Tirkiye dide. Ji ber polîtikayên AKP'ê hem nifşên nû û hem jî nifşên bê ji niha de bedel dide.  Navê vê rejîmê faşîzm e. Li Tirkiyeyê buhayê Xaza Xwezayî, Ceyran, av û maddeyên serfkariyê yên bingehîn ji sedî 50 kiriye. Ev nîşan dide ku AKP li vî welatî çawa qîmet dide mirovan.    MA / Adnan Bilen - Yunus Duman