ÎHD: Ên îşkenceyê dikin tên parastin 2019-12-29 09:13:45   MARDİN - Li Mêrdînê 8 kesên hatibûn binçavkirin îşkene li wan hatibû kirin. Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrdînê Feyzî Adsiz, bertek nîşan da û got, esker û polîsên îşkenceyê dikin tên parastin.    Piştî pevçûna li gundên Dêrik û Şemrexê, di 20'ê Kanûnê de 8 kes hatibûn binçavkirin û piştî 4 rojan hatibûn berdan. Kesên hatibûn binçavkirin îşkence li wan hatibû kirin. Nerazîbûn bertekên ji bo vê didomin.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Feyz, Adsiz, anî ziman ku îşkence sûx e û bal kişand ser îdiayên îşkenceyê yên di demên dawî e. Adsiz, bilêv kir ku divê li tu kesî tiştên derî rûmeta mirovahiyê tiştek neyê kirin û got, di vê meha dawî de 3 serlêdanên ji bo îşkenceyê hatine kirin. Adisz, peyamanên navneteweyî bibîr xist û got, îşkence veguheriye tiştekî sîstematîk. Adisz, da zanîn ku berê dozgeran derbarê îdiayên îşkenceyan de lêpirsînên çalak nekirine û got: "Heger lêpirsînên çalak hatibana kirin û kiryar hatibana darizandin wê niha îkence tunebana. Lê belê dewlet kesên îşkenceyê dikin diparêze. Ser lêpirsîna tên girtin".    Adsiz, destnîşan kir ku ji bo esker û polîsên dewletê yên îşkenceyê dikin "polîtîkaya bêcezatiyê" pêk tê.