Nameya wî piştî 9 mehan şandin 2019-12-29 09:12:35   AMED - Taner Sala ji Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê nameyek şandibû. Lê belê îdareya girtîgehê ji dêvla orjînala nameyê fotokopiya nameyê ji Şaxa ÎHD'a Amedê re şandiye. Girtîgehê piştî 9 mehan name şandiye.    Taner Sala ku di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê de ye, di 6'ê Adara 2019'an de derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê nameyek nivîsandiye û ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê re şandiye. Lê belê îdareya girtîgehê piştî 9 mehan, di 1'ê Kanûnê de daye postexaneyê û name di 9'ê Kanûnê de gihaye şaxa ÎHD'ê. Her wiha îdareya girtîgehê ji dêvla orjînala nameyê fotokopiya nameyê şandiye.    Sala, di nameya xwe de bal kişandiye ser bipêkirinên mafan ên piştî çalakiya greva birçîbûnê rûdane.    Sala di nameya xwe de dibêje: "Birêz xebatkarên mafên mirovan; dixwazim bal bikişînim ser binpêkirinên kêfî. Em bawer dikin heger hûn komîsyonekê rê bikin wê dawî li van pêkanînên kêfî û neqanûnî bê. Niha li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Tarsûsê, ez û 20 hevalên xwe bi dirûşmeya 'Daxwaza rewa ya Leyla Guven daxwaza me ye' di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ne. Di odeya ez lê me em 10 kes di grevê de ne. Ji ber em di greva birçîbûnê de ne her roj lîmon, şekir û hinekî xwê didin me. Lîmonên didin me jî bi qasî gûzekê mezin in. Giş jî xerabe ne. Her wiha vîtamîna B1 jî nadin me. Her wiha karbonat û mast jî nadin me.    LI KORÎDORÊ MUAYENEKIRIN FERZ DIKIN    Li korîdorê li tansiyon û kîloya me mêze dikin an jî li revîrê. Hevalê me di roja 60'î de ye. Bêhal e û nexweşîn lê peyda bûne. Mesela ji ber deng û ronahiyê nerihet dibe. Her wiha tiştan ji bîr dike. Nikare pir bimeşe, gava dimeşe dibetile. Diviya ev heval li odeyê bihata tedawîkirin, lê mueyaneya li korîdor û revîrê tê ferzkirin. Heta diçe korîdorê, ji hal dikeve.    MAFÊ NÛÇEWERGIRTINÊ TÊ ASTENGKIRIN    Her wiha sirf ji ber em ketine greva birçîbûnê rojnameyê jî nadin me. Dibêjin, 'Em nadin, em li benda xebera dozgeriyê ne'. Ligel vê nameyên ku em ji hevalên xwe yên di girtîgehên de ne dişînin bêyî ku peyveke derbarê rêxistinê jî di wan de hebe dibêjin 'Ji ber moral û motîvasyonê dede terorîstên PKK'î yên di girtîgehên din de hatine desteserkirin'. Bi vî hawî mafê me yê ragihandin û nûçewergirtinê tê bipêkirin.    ÇIMA DESTÊ XWE DIXE BÊRÎKA XWE?    Her wiha ji ber em ketine greva birçîbûnêî nahêlin em destên xwe têxin bêrîka xwe jî. Berê tiştkî wiha tunebû. Gava em destê xwe dixin bêrîka xwe dibêmin, 'te tiştek veşartiye'. Em dixwazin ev pêkanînên kêfî bi dawî bibin. Loma daxwaza me ew e ku hûn di warê hiqûqî de bi vê meseleyê re eleqedar bibin".