Piştî dinya sar bû eleqeya ji bo etaran jî zêde bû 2019-12-29 09:08:34   DÎLOK - Bi hatina zivistanê re kesên serma digirin berê xwe didin bêhnfiroş û etaran.    Li Dîlokê piştî hewa sar bû, gel berê xwe dide bêhfiroş û etaran. Welatiyên naxwazin serma bigirin, bi şewbê bikevin berên nebatî bi kar tînin û ji bo vê jî berê xwe didin bêhfiroş û etaran.    Esnaf Cûma Aykal, diyar kir ku gava dibe zivistan şewb û sermagirtin zêde dibe û ji ber vê mirov berê xwe didin cem wan.    ÇARE NEBAT IN    Aykal, anî ziman ku ew çaya zivistanê, qurnefîl, tarçîn, zencefîl û giyagewrikê idin kesên serma girtine û bi şewbê ketine û got, lê pêşî ew ji kirîgeran re dibêjin biçin cem bijîşkan. Aykal, got: "Beriya her tiştî em dibêjin bijîşk. Kesên diçin cem bijîşkan û bi dermanan baş nabin, serî li rêbazên xwezayî didin. Ji bo vê jî tên cem me. Ji xwe dermanê her nexweşînê diyar e. Êdî her kes bi qasî me dizane. Em li gor daxwaza wan tiştên tevlihev çê dikin".    Aykal, diyar kir ku ligel tedawîya li cem bijîşkan ew dermanên xwezayî jî pêşniyar dikin û got: "Ên bi şewbê dikevin em zencefîl, giyagewrik, exlamûr û tarçînê pêşniyarî wan dikin. Ên sermagirtine jî em çayên tevlihev pêşniyarî wan dikin. Em çaya zivistanê didin wan û her wiha em şekirên nebatî hene em wan jî pêşniyar dikin".    Okkeş Karabal ku ji ber sermagirtiye û dikuxe hatiye cem etar, tarçîn û exlamûr kiriye. Karabal, anî ziman ku exlamûr û tarçînê di nav avê de dikelîne û hinekî lîmonê diguvêşe nav û vedixwe û bi kêrî kuxikê tê.