Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyê kongreya xwe pêk anî 2019-12-28 17:20:57   OSMANIYE - Rêxistina HDP'ê ya Osmaniyeyê 3'emîn kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar kir ku dê sala 2020'an bibe sala rizgariya gelan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Osmaniyeyê bi hişyariya "Em bi hevî û wêrekî xwe bi rêxistin bikin û faşizmê têk bibin" 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. HDP'ê li avahiya Navçeya Navendî kongre li dar xist. Di kongreyê de Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Kemal Pekoz amade bûn. Di kongreyê de Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar kir ku dê sala 2020'an bibe sala rizgariya gelan.    Parlamenterên HDP'ê Ayşe Surucu û Kemal Pekoz jî bal kişandin ser komkujiya Roboskî û komkujî şermezar kirin, kesên di komkujiiyê de jiyana xwe ji dest dabûn jî bibîr anîn.    Piştî axaftinan raporên xebatê û malî hatin xwendin. Ji bo hevserokên HDP'ê ya Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Çoşkun  hatin hilbijartin.