'Bila qanal û rojnameyên dibin dengê me bên vekirin' 2017-12-09 17:28:29 STENBOL - Xebatkarên TV10 bi daxwaza qalana televîzyona wan bê vekirin, di hefteya 62'an de li Qada Galatasarayê kom bûn. Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin Maside Ocak, diyar kir ku TV10, ÎMC, Hayatın Sesî û Ozgur Gundem  bi salan bû dengê wan û xwest dîsa OHAL bê rakirin û ev qanalên dibin dengê wan dîsa bên vekirin.    Xebatkarên TV10 ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo daxwazên xwe bînin ziman di hefteya 62’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û daxuyanî dan. Parazvanen mafên mirovan, Mirovên Şemiyê, Komeleya Piştevaniya Çand û Derdorê ya Mûnzirê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta “Dengê elewiyan TV10 nayê girtin" û dowîzên "Çapemeniya azad nayê girtin" û "Dengê elewiyan TV10 nayê girtin"  rakirin.    ZEXTÊN LI SER ELEWIYAN ZÊDE BÛN   Serokê Lijneya Rêveberiya TV10'ê Velî Buyukşahin, diyar kir ku li Meletiyê malên elewiyan tên nîşankirin û wiha got: "Kesên li meletiye mal nîşan kirin hêj nehatine girtin. Di hefteya dawî de zextên li ser elewiyan pir zêde bû.  Xwişka Hasan Ocak ê di bin çavan de hat windakirin Maside Ocak, diyar kir ku TV10, ÎMC, Hayatın Sesî û Ozgur Gundem  bi salan bû dengê wan û xwest dîsa OHAL bê rakirin û ev qanalên dibin dengê wan dîsa bên vekirin.    Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.