Ji bo Kirboga şîn danîn 2017-12-09 16:56:15 AMED - Malbata endamê HPG'ê Gokhan Kirboga yê di êrîşa hewayî ya li Mexmûrê pêk hatî de jiyana xwe ji dest da li Amedê şîn danîn.  Di 6'ê Kanûnê de li Wargeha Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê li dijî parazvanên Mexmûrê êrîşa hewayî pêk hatî. Di êrîşê de 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji parazvanên mexmûrê Gokhan Kirboga (Baz Dijwar) piştî bi merasîmek hat definkirin, malbata wî li Amedê şîn danîn. Malbatê li Mala Şînê ya Temîra ya li navçeya Rêzanê sersaxî qebûl kirin. Gelek nûner, rêveber û welatiyan mala şînê ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwestin.    Malbat dê 3 rojan şinê bigire û ziyaretan qebûl bike.