Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêda 2019-12-28 13:05:31 ŞIRNEX – Xizmên qûrbaniyên Komkujiyê Roboskî di salvegera 8’emîn de jî reş girêdan û çûn ser gora zarokên xwe.  Îro salvegera 8’emîn a Komkujiya Roboskî ye ku 19 jê zarok 34 welatiyan di bombebarana balafirên şer ên tirk de jiyana xwe ji dest dabûn e.    Malbat û xizmên qurbaniyên Roboskî bi salane dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane û îro carek din reş li xwe girêdan û ji bo bîranîna qûrbaniyan çûn Goristana Roboskî ye û li hev kom bûn.     EDALETÊ TÎNIN ZIMAN    Tevî hewa sar û barîna berfê jî Roboskiyan wêneyên xizmên xwe hildan û ji nav gund heta goristanê meşiyan. Wek her sal bîranîna îsal jî reş hat girêdan. Li ser goristanê rengê êş û awirên hêrsê xwe nîşan dide. Hin welatiyan nerazîbûn nîşanî nedîtina kujeran da û carek din daxwaza xwe ya edaletê tînin ziman.   Dayik û xizmên qûrbaniyan ku xemgîn in çîrokên zarokên xwe vedibêjin.    Beriya bîranînê bi sedan esker jî li gund hatin bicih kirin û di têketin û derketina gund de tên sekinandin.    GELEK SAZÎ BEŞDAR DIBIN    Bernameya bîranê dê bi beşdariya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP’ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dê pêk were.